Malbata şoreşê ji bo parastina Efrînê amade ye

Kamûran Efrîn û kurê wî Canfeda ku şervanên YPG'ê ne gotin, wê bi malbatî li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Bav û kurê şervan gotin, "Gelo ji wan heye ku Efrîn bê kes e? Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan."

Dengbêj Kamûran Efrîn, piştî ku şoreşê dest pê kir tevî kur û birayê xwe tevlî nava refên YPG'ê bû û li gelek herêman cihê xwe di nava şer de girt. Hevser û keça Kamûran Efrîn jî li saziyan dixebitin. Niha tevî malbata xwe û tevahiya gelê Bakurê Sûriyeyê li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amade ye. Kamûran û malbata wî ku haya wan ji dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan heye, destnîşan dike ku yên dest bidin Efrînê wê bersiva xwe bigirin.

Kamûran Efrîn û kurê wî Canfeda Efrîn ên YPG'yî destnîşan dikin; çawa ku ew li dijî DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên çete bi ser ketin, wê artêşa Tirk a xwe ji hewldana dagirkeriyê re amade dike, ji ser axa xwe biqewirînin.

'MALBAT TEV LI NAVA REFÊN ŞOREŞÊ YE'

Kamûran Efrîn ê 48 salî ji gundê Birca Abdullah e. Di destpêka şoreşê de, destpêka sala 2012'an tevî kurê xwe tevlî nava refên YPG'ê bû. Ji malbata wî pênc kes tevlî şoreşê bû. Ew û kurê xwe Canfeda li nava refên YPG'ê, kurekî wî li nava HPG'ê ye û keça wî jî ji destpêka şoreşê ve mamostetiyê dike. Hevsera wî hevseroka komunê bû û niha bi wezîfeyeke din radibe. Destnîşan dike ku ew ji tevlîbûna li nava şoreşê poşman nînin, pê serbilind in û serketî ne. Diyar dike ku ew xwe weke 48 salî nabîne, van 7 salên dawî dîtiye ku ew mîna mirovan bi rengekî azad jiya ye.

JI TEMBÛRÊ BÊHTIR PÊWÎSTÎ BI ÇEKÊ HEBÛ

Kamûran Efrîn xweş li tembûrê dixe û bi dengê xwe yê bedew distirê. Beriya tevlî nava refên YPG'ê bibe hem karê muzîkê dikir, hem jî cotkarî. Bi avabûna YPG'ê re berê xwe da nava hêzên leşkerî: "Diçûm dawetan û min stran lê digot. Di destpêka şoreşê de tevlî nava karê çand û hunerê bûm. Wê wextê hê hêzên me yên leşkerî ava nebûbûn. Piştre hevalan eşkere kirin ku YPG ava kirin. Min jî xwest tevlî nava YPG'ê bibim. Hevalên li nava karê çand û hunerê cih digirtin, îtiraz kirin ku tevlî nava YPG'ê bibim. Lê belê min didît ku pêwîstiya bi çekê ji pêwîstiya bi saz bêhtir e. Min xatir ji hevalan xwest."

TEVÎ KUR Û BIRAYÊ XWE TEVLÎ BÛ

Kamûran Efrîn berê xwe dide YPG'ê lê naxwaze bi tena serê xwe tevlî bibe. Bi xwe re komekê jî amade dike ku di nava vê komê de kur û birayekî wî jî hene. Weke hêzek ji 10 kesan cihê xwe di nava refên YPG'ê de digirin. Kamûran Efrîn dibêje, "Hevalan pêşwazî li me kirin, em perwerde kirin, leşkerî û şer hînî me kirin. Em heta niha jî dewam dikin. Em kêfxweş in, bi rûmet in û serbilind in."

HER SÊ JÎ LI HEMAN ENIYÊ NE

Kamûran Efrîn bi bîr dixîne ku şerê destpêkê yê bi kur û birayê xwe tevlî bû Şerê Basûfanê bû û dibêje, "Kesî nizanîbû ku em bav-kur-bira ne. Me ji kesî re negotibû. Ber bi dawiya şer ve hevalek pê hesiya bû ku ez tevî kur û birayê xwe tevlî şer bûme. Bang li min kir û ji min xwest ku biçim malê. Min qebûl nekir. Di şer de dema fermana 'dest ji şer berde, biçe malê' tê, mirov hêrs dibe û nikare qebûl bike. Min jî ji heval re got, 'Heval gelo min çi kiriye ku ez biçim malê? Şer e, ez ê çawa dest jê berdim û biçim malê!' Wî jî got, 'Heval di nava sîstema me de tiştekî wiha nîne. Nabe ku bav û kur tevlî heman şerî bibe. Dibe ku hûn her du jî şehîd bibin'. Bi vî rengî hewl da min qanih bike. Min qebûl nekir. Ji hevalan veşartî me gelek caran li gel hev şer kirin."

ÇEPER BI 20 METREYAN DÛRÎ JI HEV IN

Canfeda Efrîn hem bi bavê xwe re hem jî bêyî bavê xwe gelek caran tevlî şer bû. Canfeda ku di Berxwedana Kobanê de cih girt, çend caran birîndar bû. Destnîşan dike ku hesteke gelekî bedew e ku bi malbatî tevlî şoreşê bûne û dibêje, "Di pêngavên Basûfanê û Şehbayê de ez û bavê min em bi hev re bûn. Di şerê Basûfanê de bavê min û ez em di heman çeperê de bûn. Di navbera kozika min û ya bavê min de 20 metre hebûn. Bi apê xwe re em di heman çeperê de bûn. Me ji hevalan re negotibû ku bav û apê min e. Dema ku heval pê hesiyan, hewl dan me ji nava şer derxînin. Ti ji me ev qebûl nekir. Ez nikarim li şûna bavê xwe, bavê min jî nikare li şûna min têbikoşe."

ME GELEK ZEHMETÎ DÎT

Kamûran Efrîn qala destpêkirina Şoreşa Rojava û zor û zehmetiyên destpêkê yên li pêşiya YPG'ê dike: "Me destpêkê gelek zehmetî jî dîtin. Derfetên me gelekî kêm bûn. Sar bû, erzaq nebû. Me zeyt û tehîn bi nan ve dida, jê re digotin 'lehmecûna hevalan' û bi vî rengî dixwarin. Gelek hevalên hebûn, xizan bûn. Xwarin nebû, tiştekî em xwe pê germ bikin jî nebû. Carna zarokên wan dihatin gilî dikirin, wan jî digotin 'Em sînorên xwe, em we biparêzin, piştre wê her tiştên me çêbibin'.

Em ti carî poşman nebûn. Rewşa me niha gelekî baş e, derfetên me hene. Destpêkê tenê çend çek di destê me de hebûn û me digot, 'em ê çawa welatê xwe bi van biparêzin?' Hêzên me kêm bûn. Lê em roj bi roj mezin bûn û me li dijî dijminê hov ê ku kes li ber nedisekinî, me welatê xwe parast. Em niha xwedî wê hêzê ne ku dikarin li hemberî dewleta Tirk bisekinin."

EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ

Kamûran Efrîn destnîşan kir ku wê şoreşê û axa xwe timî biparêzin û got, "Ev ax axa me ye. Em ê rê nedin dagirkeriya kesî. Ya em ê li ser vê axê bijîn, ya jî em ê nehêlin ku kesekî din bijî. Gelê me li pişt YPG'ê ye û hînî şer bûye. Desteka me gelê me ye. Hêza me têrê dike ku li ber hemû êrîşkaran bisekine. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin. Em ê destûrê nedin ku kesek zilmê li wan bike.

Ez bawerim em ê xwe bigihînin encameke mezin. Serketin jî wê Kurdistana mezin be. Ji ber ku em tevgereke ramanî ye û bi felsefeya Rêber Apo dimeşin. Yanî em li ser rêya heqîqetê ne. Em ji têkoşîna xwe ya ji vê nêrînê pêk tê pişrast in û ji ti dijminî natirsin."

EM JI BO ŞOREŞÊ ÇI BIKIN, KÊM E'

Canfeda Efrîn da xuyakirin ku her tişta ji bo şoreşê û jiyana azad tê kirin kêm e û divê hê bêhtir were kirin. Efrîn wiha dewam dike: "Tu malbata xwe û civaka xwe diparêze. Ev jî bê berdêl nabe. Mirov dibetilin, birîndar dibin, şehîd dibin. Tu bi dayina ruh û canê xwe bi armanceke weke mirovan dijî. Eger mirov dijî divê xwedî armanceke vê jiyanê be. Me jî cihê xwe di nava vê tevgerê de girt.

Bangeke me ji bo jin, zarok û tevahiya gelê me heye: Rewşa Şehba û Efrînê niha li pêş çavan e. Dijmin îro dixwaze bê axa me ji me bistîne û li ser me ferz bike. Her kesên ji gelekî xwedî ziman û dîrokê, divê cihê xwe di nava vê şoreşê de bigire."

EFRÎN WÊ BIBE GORA ERDOGAN

Dema ku çend roj piştre me Kamûran Efrîn û malbata wî li mala wan ziyaret kir, gefên Erdogan êdî gihîştibû asta herî bilind. Kamûran Efrîn got, "Gelo jê heye ku li vir kesek nîne, rêyeke rast eû ew ê jî bi wesayita xwe di vê rê de xwe bigihîne Efrînê? Divê zanibe ku astengî heye, derketina jê heye û serberjêrbûn heye. Em ji Erdogan natirsin. Em zanin bê ji ku hatine, dîroka wan çi ye û hêza wan çiqas e. Çavên leşkerên wan li revê ne. Me ew nas kiriye.

Ne tenê Tirkiye, ti dewlet nikare bikeve Efrînê. Em xurt in û xwedî îrade ne. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe Efrînê biparêzin." Efrîn destnîşan kir ku bajarê Efrînê wê bibe gora Erdogan û çeteyên wî.

BILA JIN BERÊ XWE BIDIN ENIYÊ

Dayik Rodîn Mûhammed ku destek û motîvasyonê dide kur û zarokê xwe û destnîşan dike ku kli dijî gefên dewleta Tirk ew berxwedaneke mezin nîşan didin. Mûhammed got, "Weke jinekê û dayikekê dixwazim vê bêjim: Erdogan li ser Efrînê bi her kesî re bazariyê dike. Bi rejîma Baasê, Nûsra û komên din ên çete re bazariyê dike. Leşker û şervan nebin jî, em jin em ê çeteyên Erdogan li Kantona Efrînê têk bibin.

Em ji bo paşeroja zarokên xwe hîmên paşeroja azad datînin. Ev berhemên wan e. Em mîna mirovan dijîn. Her roj şehîdan didin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, ji bo jiyaneke azad divê her kes cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire."