Weke her jineke ku di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girtiye, xeyala Nûjiyan Çirav jî ew bû ku beşdarî Şoreşa Rojava bibe. Nûjiyan ku di sala 2015'an de xeyala wê pêk hat, di Şoreşa Rojava de li eniya herî pêş bû û li Babê ya dagirkirî ji lingê xwe bû. Nûjiyan bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe didomîne.
Dema Nûjiyan gihişte Rojava navenda bajarê Kobanê hatibû rizgarkirin û hin gund hê jî di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn. Yekemîn gundê ku Nûjiyan ku di rizgarkirina wê de cih girt, bi coşeke mezin çûbû wir, gundê Şikeyfê bû.
Nûjiyan ku demeke dirêj navê DAIŞ'ê bihîstibû, cara yekemîn li gundê Şikeyfê 10 metreyan dûr çeteyên DAÎŞ’ê dibîne û ji nêz ve şer dike. Ew tola zarokên hatine qetilkirin, dê û bavan hiltîne.
LI ŞIKEYFÊ SERKEFTINA 8 ŞERVANAN
Nûjiyan wisa qala pevçûnên li gundê Şikeyfê dike: “Pevçûn li herêmên berfireh belav bûbû. 8 heval em bi hev re çûbûn. Em bi kamuflajê ji eniya Sirînê ber bi gund ve hatin. Dema ku em gihîştin gund, ji çar aliyan ve dora me hatibû girtin. Bi mudaxeleya çekên giran ji paş ve rewş berovajî bû û me dora çeteyan girt. Di pevçûnên ku 6 saetan dom kirin de cara ewil bi qasî 10 metreyan em dûrî hev bûn û şerekî giran çêbûbû. Her ku em bi pêş ve diçûn, şer giran dibû û dema ku 10 çete derketin pêşiya min û min jî bombeya destan teqand. Ez ji hevalan dûr bûm. Dema min fêm kir ku derdor paqij e, min gazî hevalên xwe kir. Banga min û wan bi carekê çêbû, lê min gazî wan dikir, wan jî digot heval Cûdî. Cûdî birîndar bû, Goranê ku çûbû alîkariyê ew jî birîndar bû. Hevalek ji bo ewlekariya hevalên birîndar neçar ma bi wan re tevbigere. Hejmara me kêm dibû. Em ji 8 kesan tenê 5 kes bûn û rêyên dirêjtir li benda me bûn, lê operasyona paqijkirina gundê Şikeyfê bi serkeftî bi dawî bû, gund hat rizgarkirin, me cebilxaneya DAIŞ’ê desteser kir û me 26 çeteyên DAÎŞ’ê kuştibû.
DI MILÊ ÊRÎŞÊ DE LI ENIYA HERÎ PÊŞ
Azadkirina gundê Şikeyfê dawî li pêngavan neanî; ji ber ku gelek gundên din di bin dagirkeriyê de bûn. Li benda Nûjiyan û hevalên wan bûn.
Ji ber ku gundê Şikeyfê di navbera Sirîn û Tişrînê de ye, Nûjiyan demeke dirêj li vî gundî ma. Bi girtina vî gundî re dor li DAIŞ'ê teng dibe. Rizgarkirina gundan berdewam kir. Nûjiyan demekê weke hêzeke takviye li bendê dimîne û ji bo azadkirina Tişrînê çalakiyan li dar dixe. Sê hevalên wê di kemîna DAÎŞ’ê şehîd bûbû û ew di milê êrîşê de cih digire û diçe eniya pêş.
PAQIJKIRINA BENDAVA TIŞRÎNÊ
Nûjiyan wisa qala wê pêvajoyê dike: “Em bi taktîka vedizînê gihiştin girekî nêzî Tişrînê û piştî 10 deqîqeyan şer dest pê kir. Li aliyê dijber nêzî 12 û li pişt me jî 20 çete hebûn. Wesayîta bombebarkirî berê xwe dabû me. Me girê herî stratejîk girtibû. Ya mayî jî ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ'ê yên li derdorê bû. Wisa bû. Plansaziya me bê kêmasî temam bûbû û Bendava Tişrînê jî paqij bûbû. Bi paqijkirina bendavê re di navbera me DAÎŞ’ê de Ava Firatê mabû. DAIŞ'ê dixwest bendavê ji nû ve werbigire, lê bi pêngava Minbicê re, destê me xurt bû. Bi vê pêngavê re xetereyên li ser Tişrînê hatin rakirin, piraniya Minbicê hate rizgarkirin û piraniya çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Babê. Bab êdî bû navendek.
JI KOBANÊ BER BI BABÊ
Bi pêşveçûna ji Tebqayê re wê herêmên din ên gundewarên Minbicê bihata rizgarkirin. Ez jî di komekê de bûm û em çar kes bûn. Em berê çûn gundê Erîmanê. Em bêyî şer li gundê Erîmanê bi cih bûn. Çeteyên DAIŞ'ê hewl dida êrîş bike, lê me hemû êrîşên wan têk birin. Dewleta Tirk û çeteyên ku nikarin bikevin gund, xwe dispartin êrîşên bi çekên giran. Di roja duyemîn de jî bi hewan û obusan êrîşî me kirin. Şêwaza êrîşê guherîbû; diviyabû me jî rêyeke nû ya plansaziyê û çalakiyê pêş bixista. Dema ku çar heval hatin ba hev û planeke nû danîbûn, ji nişka ve rastî êrîşa çekên giran hatin.
Em her yek ketibûn cihekî, ji toz û dûmanê me nedikarî em çavê xwe vekin. Wê demê min êşek di lingê xwe de hîs kir. Dema min çavên xwe vekirin, ez li aliyekî û lingê min li aliyê din bûm. Ji tirsa ku ez careke din lingê xwe nebînim, min xwe kaş kir ser lingan û danî ser çoka xwe. Ez gelek caran birîndar bûbûm, lê birînên sivik bûn. Dema ku min ji nişka ve lingê xwe li aliyekî din dît ez mat mam. Heta gihiştim Kobanê lingên min di hembêza min de mabûn. Dema ku ez piştî emeliyatê şiyar bûm, lingê min ne di lepên min de bû, min lingê xwe dixwest. Bi israr ew anîn oda ku ez lê dimam, wextê xatirxwestinê hat, lê min nizanîbû ezê çi bi lingê xwe bikim. Demekê ez li zaroktiya xwe fikirîm. Bişirînên min bala doktor û hevalan kişand ku min xeyal dikir ku ger lingên min spî û paqij bin, teqez wê biçin bihuştê û ger reş û pîs bin, wê biçin dojehê. Dema ku çîrok got, ken li hawîrdorê bilind bû.
TEVÎ ŞEHÎD ROZA LINGÊ XWE VEŞART
Di ser birîna min re du roj derbas bûn. Li Kobanê ji bo şehîd Roza merasîmek hate lidarxistin. Derdê min pir bû, birîna min tazetir bû; Lêbelê ez çûm goristanê. Min tîşort û gomlekek li xwe kiribû. Dema ku hevalan gomlekê min xwestin, ez matmayî mam, ez difikirîm ka ew çi dikin, lingê min xistin hundirê wê û bi şehîd Roza re spartin axê.
Min her tim meraq dikir ka wê çi were serê lingên min; min ji xwe dipirsî ew li ku ye? Dema ku ew li gel şehîd Roza hate definkirin, çîroka ku ger spî bûya wê biçûya bihuştê, ger reş bûya wê biçûya cehenemê hat bîra min û niha bi şehîd Roza re li bihuştê bû.”