Li Tebqayê 17 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di operasyoneke hevbeş de ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê, li herêma Tebqayê 17 çeteyên ji şaneyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Di operasyoneke hevbeş de ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê, li herêma Tebqayê 17 çeteyên ji şaneyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyona xwe daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Oparesyoneke hevbeş bi Hêzên Sûriyeya Demoqratîk (QSD) re li dijî şaneyên DAÎŞ'ê li Tebqayê 17'ê Cotmehê li dar ket.
Endamên me û QSD'ê operasyoneke taybet li herêma Tebqayê li dar xist û di encamê de 17 çeteyên şaneyên DAÎŞ'ê girtin.
Piştî şopandin û lêkolînan, li gundên Xatûniyê û Mensûra, 17 kesên ku dest bi kiryarên DAÎŞ'ê kiribûn, hatin girtin û di destê wan de çek, cebilxane, pasport û pirtûkên DAÎŞ'ê hatin dîtin.
Dema lêpirsîna bi wan re li xwe mikur hatin ku wan karên xirab kirine da ku ewlehî û aramiyê li herêmên me xera bikin, piştî lêpirsînê hêzên me wan ji Desteya Dozgeriya Giştî re veguhastin.”