Li Serêkaniyê zarokek hat qetilkirin, bi dehan birîndar hene

Li Serêkaniyê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerê hundirîn qewimî. Di şer de zarokek hat qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Duh, li Serêkaniyê di navbera çeteyên ′Hemzat′, çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ û çeteyên girêdayî komên cuda yên eşîrên Qeran û Igêdat de şerekî dijwar qewimî.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ji bajarê Serêkaniyê, li kolana Kenais (dêran) û kolana Ehmed Kan û taxa Xerabat çete û komên din bi çekên giran bi hev ketin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbû, zarokek hate qetilkirin û hin din jî, di nav de zarok û jin, birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên her du aliyan gihaşt zêdetirî 10 kesî û ew rakirin nexweşxaneya bajêr. Lê çavkanî hejmara welatiyên di şerê bi çekên giran de birîndar bûne aşkera nekir.

Her wiha hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de 5 erebeyên leşkerî hatin rûxandin; di nav de doçkayên 23 ên çeteyên ′Hemzat′ û çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ ne. Ji bo sekinandina şer hêzên dewleta Tirk destwerdan kir.

Xelkê Serêkaniyê anî ziman ku ji ber şerê rojane di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de diqewimin ew di rewşeke tirs û xofê de dijîn.