Li Minbicê di teqînekê de şervanek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di teqîna danê sibê ya li Minbicê de şervanek şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne.

​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro danê sibê li Minbicê di encama teqîna mayinekê de endamek wan şehîd bûye û 3 endam jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro (3′yê Cotmehê) agahî hatin ber destê hêzên me ku mayînek li çerxerêya Şehîdan a li Minbicê heye. Hêzên berê xwe dan cihê navborî û ji bo parastina sivîlan cih dorpêç kir. Hêzên me mayîn ji dûr ve teqandin, di encamê de endamekî hêzên me şehîd bû û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Ev kiryarên terorî yên bi armanca xirabkirina ewlehî û istiqrara herêmê, dê israra me ya têkoşînê li hemberî van kiryaran zêdetir bike.”