Li milekî wî kamera li milê din jî çek hebû

Dayika Şaziya Îbrahîm qala serpêhatiyên xwe û şehîd Seyîd Evran kir. Dayika Şaziya got ku şehîd Evran jê re gotiye bandora kamerayê gelekî mezintir e, çek û kamera wek hev in, yek a din mezin dike.

Şoreşger, gerîla û rojnamevanê mezin Seyîd Evran 22'ê Îlonê di encama krîza dil de şehîd bû.

Dayika Şaziya Îbrahîm ku ji navçeya Mabata ya Efrînê ye behsa kêliyên ku bi şehîd Seyîd Evran derbas kiribû kir. Şaziya Îbrahîm got ku dema mirov şehîdan bîne ziman û li ser biaxive êşeke mezin e û wiha axivî: “Hevalê Seyîd hevalekî li ber dilê me gelekî hêja û giranbuha bû. Ji ber vê em di destpêkê de sersaxiyê ji partiya me re, ji Rêber Apo re û ji malbata şehîd Seyîd re dixwazin. Naskirina min ji heval Seyîd re di saziya Malbata Şehîdan a Efrînê çêbû. Heval Seyîd dema mirov ji dûr ve bidîtiya gelek mirovekî balkêş bû û mirov jê hez dikir. Liv û tevger, axaftin û kenê heval Seyîd jî dihat hezkirin. Bi rastî heval Seyîd mirovekî welê bû ku rihê Apogerî tê de hatibû çandin û li derdora xwe belav dikir. Xwedî terz û tevgereke şoreşgerî bû, her kes pê bandor dibû û atmosferek xweş bi hevalên derdora xwe re ava dikir."

'ŞEHADETÎ DABÛ BER ÇAVÊN XWE'

Şaziya Îbrahîm bal kişand ser kesayeta Seyîd Evran û wiha got: "Em bi hevdu re ber bi navçeya Şêrewayê bi rê ketin. Di rê de me serpêhatiyên ku çawa me Partî nas kir û zehmetiyên ji bo belavkirina fikira partiyê me bi hev re parve kir. Her wî ji min pirs dikir û min jê re qala jiyana xwe dikir bi sebreke mezin bala xwe dida min. Di dawiyê ji min re got; ‘Dayê pêwîst e em hemû serpêhatiyên ku tu jiyayî weke çîrokeke bigirin dest û qeyd bikin'. Bi rastî heval Seyîd her tim ez dikşandim nava axaftinê her tim dixwest ez biaxivim û ew jî guhdarî bike. Nîqaşa bi heval Seyîd re tu aşiqê kar û xebatê dikir û te hîs nedikir ku çawa dem derbas bûye. "

SERPÊHATIYA SEYÎD Û DAYIKA WÎ

Di berdewamiya axaftina xwe de Şaziya Îbrahîm behsa çîroka ku di navbera Şehîd Seyîd û dayika wî de çêbûye kir: "Şehîd Seyîd hê em li Goristana şehîdan dimeşiyan ji min re behsa çîroka xwe bi dayika xwe re kir û got; 'Rojekê hê ez diçûn dibistanê, dayîka min bi sibehê rabû ji min re got ez hîs dikim ku ez ê rojekê te winda bikim. Di wê demê de min henek kir. Min got dayê tu yê çawa min winda bikî, dayîka min got ez di xewna xwe de dibînin ku tu li hespekê siwar dibî û difirî ji ber wê ji niha û şûnve tu bi ku derê ve herî tu yê ji min re bêjî bila ez te winda nekim. Di wê demê de min soz da dayika xwe ku ez bi ku derê ve biçim ez ê jê re bêjim. Ji ber wê em xwedî malbatekî welatparêz in berî ez tevlê bibin min jê re got ez tevlê dibim û ez hatim û niha ez li vê derê me."
 
'BI ZAROKAN RE WEKE WAN HENEK DIKIR'

Şaziya Îbrahîm qala çîroka Şehîd Seyîd bi zarokan re kir û wiha domand: "Rojekê heval Seyîd bû mêvanê me. Wê demê neviyên min dîtin û bang wan kir û wan re henek kir.  Weke ku ew jî zarokeke bi zarokan re diaxivî. Ji zarokan pirs kir ku di pêşerojê de hûn ê bibin çi di wir de herdu neviyên min gotin em ê bibin heval piştî wê got pêwîste hemû malbatên me yên welatparêz zarokên xwe wiha perwerde bikin." 
 
'MIROVÊ KU KARÊ XWE HEZ BIKE MEZIN DIBE' 

Şaziye Îbrahîm li ser hezkirina Şehîd Seyîd Evran ji bo karê wî ev tişt anî ziman: "Hevalê Seyîd hevalê hevalê xwe bû. Dema mirov hevalê Seyîd re dimeşiya mirov hîs dikir ku bi mirovekî re xwedî kedek mezin re dimeşiya. Em dikarin bêjin ku hevalê Seyîd hemû siriyeta tevgera azadiyê û çiyayên azad di kameraya xwe de veşartibû. Carekê min jê re got; 'Kamera te bûye çeka te'. Wî ji min re got; 'Yadê bandora kameraya min ji çekê gelekî mezintir e, çek û kamera wek hev in, yek a din mezin dike. Li çiya jî li milekî min kamera hebû û li milê min a din de jî min çeka min hebû. Tu carî min dev jê bernedaye û ez bernadim’. Digot mirovê ku ji karê xwe hez bike mezin dibe û tu carî mirovê ku xwe bi xwe mezin bike nabe, karê mirov insana mezin dike û dide naskirin. Dema hevalê Seyîd diçû Goristana Şehîdan, destê xwe dida ser wan û bi wan re yek û yek diaxivî û digot, 'Xeta şehadetê xetek pîroz e, xetek ku nirxê xwe giran e, soza we daye û hûn li ser meşiyane û cihê ku we tê de çavê xwe dane hev rehet razin, em li pişta we ne em ê riya we dewam bikin.'

'JI ŞEHADETÊ Û AZADIYA KURDISTANÊ RE AMADE NE' 

Dayika Şaziye di nav vegotina bîranînên xwe de behsa bîranînek xwe bi şehîd Seyîd Evran re li Goristana Şehîdan a Qaziqlî kir û wiha got: "Dema carekê em çûbûn merasîma şehîdan. Ez çûm ber gora şehîd Şiyar Malatya. Hevalê Seyîd ji min re got dayê tu çima ewqas digirî? Min jê re got dema dayik û bavê Şehîd Şiyar ji Bakur derbasî Rojava bûne Şehîd Şiyar emanetî me kirin ji bo wê ez bi şehîdan diêşim. Heval Seyîd got, ‘Dema em ji malê derdikevin em şehadetê, birîndariyê, azadiya Kurdistanê û ji her tiştî re amade ne. Bi hezaran şehîd wê canê xwe feda bikin û bi hezaran şûna me dagirtin û em ê divê xwe ber bi azadiyê bibin."

'DI HER XEBATÊN RAGIHADINÊ DE HEVAL SEYÎD HEBÛ'

Şaziye Îbrahîm behsa çûyîna xwe ya başûrê Kurdistanê û hevdîtina xwe bi hevalê Seyîd re wiha kir: "Ji bo civîna şêwirmendiyê em çûn Başûrê Kurdistanê. Li Xanasorê seet derdora 1:00 şevê bû, hin serokên partiyên din hebûn dixwestin xwe bi aliyekî din, ez jî hevalê xwe re axivîm wê demê hevalê Seyîd ji dengê min ez naskirim û hat gel me. Çiqas xebatê ragihandinê heba li kuderê ba, çi kar ba her tim hevalê Seyîd hebû. Bi kamera û ekîba xwe dixebitîn. Dema mirov hevalên weke şehîd Seyîd nas dike bandoreke mezin li ser me dike."  

'EM ŞOPDARÊ XETA HEVAL SEYÎD IN'

Şaziye Îbrahîm axaftina bi van gotinan bi dawî kir: "Em sersaxiyê ji malbatê şehîd Seyîd re dixwazin û êşa wan bi wan re parve dikin. Hevalê Seyîd ne tenê zarokê wan bû, hevalê Seyîd zarokê Efrîn, Cizîrê û Kobanê bû. Em soza meşandina xebat û xeta wan şehîdan didin. Divê were zanîn ku dijmin û kesên xiyanetê dikin nikarin me ji vê xetê dûr bixin. Her wiha ji hevalê Seyîd re dibêjin di gora xwe de rehet razê ekîba te yê ku te perwerde kiriye wê bi kameraya te xebatê dewam bikin. Em jî weke hemû dayikan, dayika heval Seyîd in û şopdarê heval Seyîd in."