Li Kobanê mitînga xwedîderketina li Efrînê hate lidarxistin

Li Kobanê bi mitîngekê girseyî êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyê yên li hember Efrînê hatin şermezarkirin. Di mitîngê de banga xwedîderketina li Efrînê û bilindkirina berxwedana Efrînê hat kirin.

Bi deh hezaran welatiyên herêma Firatê li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li qada nêzî pira Qereqozaq a li ser çemê Firatê kom bûn. Di destppeka mitîngê de ji bo cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb axivî û behsa destkeftiyên welatiyên Bakurê Sûriyeyê kir.  Hikmet Hebîb diyar kir bi fedekarî herêmên xwe rizgar kirin û vê yekê hişt ku hikûmeta Tirkiyeyê bi hêrs bibe. Hikmet Hebîb got ku ji bo têkbirina destkeftiyên şoreşê dewleta Tirkiyê hemû rêbazên qirêj li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bikar tîne.

Di berdewama axaftina xwe de Hikmet Hebîb diyar kir ku şervanên QSD’ê hêza xwe ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê werdigirin û ti carî gava xwe paşve navêjin.Hikmet Hebîb bal kişand ser ku hikûmeta Tirkiyeyê pê dizane dizane ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê gelên Sûriyeyê de ye û ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rêbazan hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê têk bibe.

Endamê Fermandariya QSD’ê Heqî Kobanî di mitîngê de bal kişand ser ku hemû civînên li seranserî cîhanê yên ji bo çareseriya  kirîza Sûriyê têk çûn û got: “Vir Soçî ye, vir Cinêv e, vir Riyad e”.

Heqî Kobanê di berdewama axaftina xwe de soz da ku wê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin û li dijî hovîtiya dagirkeran bibin bersivan herî tund.

Di Mitîngê de her wiha Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik aixîv û behsa serkeftina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir. Ferhad Dêrik diyar ki ku êrîşa li dijî herêma Efrînê êrîşa li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku serkeftina berxwedana Efrînê serkeftina hemû pêkhateyan li dijî sîstemên dîktator e.