Li Kampa Waşûkanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hat kirin
Bi hezaran koçberên Serêkaniyê ji ber 4’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, xwestin dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk bên anîn.
Bi hezaran koçberên Serêkaniyê ji ber 4’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, xwestin dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk bên anîn.
Bi 4’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî xwepêşandan li dar xist.
Xwepêşandan ji pêşiya dibistana kampê dest pê kir û heta konê ku ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatiye vedan, meşiyan.
Li vir endama Rêveberiya Kampa Weşûkanî Sûriye Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 sal in war û malên ma dagirkirin e. Hemû dewletên cîhanê yên ku li hember êrîş û sûcên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng in, şirîk in."
Sûriye Mihemed destnîşan kir ku vegera Serêkaniyê tenê bi dawî lê anîna dagirkeriya dewleta Tirk pêkan e û bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestîne.
Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan.
Di heman çarçoveyê de, koçberên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê ya li rojhilatê Hesekê xwepêşandanek li dar xist.