Dewleta Tirk li Hesekê êrîş bir ser kargeheke sivîlan: 4 kes birîndar bûn - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker li Hesekê êrîş bir ser kargeheke sivîlan. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker li Hesekê êrîş bir ser kargeheke sivîlan. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa hewayî ya li dijî kargeha avahiyan a li bajarokê Sefiye yê Hesekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî herêmên me, têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên me de dewam dike. Îro jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bi 3 moşekan kargehek avahiyan li bajarokê Sefiye bombebaran kir, di encamê de 4 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Ev hedefgirtinên bênavber îsrara me ya dewamkirina têkoşînê ji bo têkbirina tevahî planên têkbirina ewlehî û îstîqrarê zêde dike."