Li Hesekê ji bo 5 şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Li bajarê Hesekê yê Rojava ji bo 5 şehîdan konê sersaxiyê hat danîn.
Li bajarê Hesekê yê Rojava ji bo 5 şehîdan konê sersaxiyê hat danîn.
Bi sedan xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Hesîne Mûsa Mihemed (Avaşîn Hesekê), Hîbe Ebdulqadir Bekir (Hîbe Hesekê), Bêrîvan Ebdulxelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê) hatibû danîn, kirin.
Li gorî daxuyaniya YPJ′ê, her 4 şervanên wê 27`ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bûn li bajarê Hesekê di encama qezayekê de şehîd bibûn.
Welatiya bi navê Weid Xelûf jî 27′ê Tîrmehê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî 2 wesayîtên li ser rêya Til Marûf a Qamişloyê de şehîd bibû.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma sersaxiyê li dar xist. Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û îşaret bi fedakariyên şehîdan ên di oxira pêkanîna ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan dan, kir.
Rojda Ehmed diyar kir ku tevlêbûna şehîd Hesîne ji Şoreşa Rojava re rêya tevlêbûna nava refên YPJ`ê li pêşiya piranî jinan vekir. Rojda destnîşan kir ku her 5 malbatên şehîdan malbatên welatparêz in û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava gelek fedakarî nîşan dane.
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Stêrk Cûdî jî axivî û bal kişand ser girîngiya fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Her 5 şehîdan di oxira pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir."
Stêrk Cûdî bang li pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Stêrk Cûdî soz da ku ew ê heta rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî li ser şopa şehîdan bin.
Di dawiyê de wesîqeyên her 5 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.