Li herêma Firatê coşa destpêkirina dewama xwendinê

Li herêma Firatê dewama xwendinê ya sala 2023-2024’an di 10 Îlonê dest pê kir. Xwendekar jî bi coş sala xwe ya xwendinê pêşwazî dikin.

Di 10’ Îlonê de, li herêma Firatê, ji refa yekê heta ya dozdehan dewama xwendinê ya sala 2023-2024 destpê kir. 3 hezar û 570 mamoste li 576 dibistanan belav bûn. Her wiha zêdeyî 70 hezar xwendekar jî dest bi sala xwedinê ya nû kirin.

Atmosfera xwedekaran û moralê wan ê ji bo sala xwendinê ku bi materyalên Kurdî ye gelekî bilind e. Xwendekar bi coş berê xwe didin pirtûkxaneyan û Lênûs, Pênûs, Jêbir û cil û bergê dibistana dikirin. 

Emîne Mihemed Selîm ku bi kêfxweşî sala xwendinê ji bo zarokên xwe pêşwazî dike wiha got, "Ji bo me xeyal bûn ku bi Kurdî em bixwînin û biaxivin. Lê zarokên me ew xeyal pêk anîn û bi zimanê xwe êdî xwe îfade dikin."

Emîne Mihemed Selîm her wiha got, "Zimanê Kurdî zimanê me ye. Zîhniyeta desthilatdar bi her awayî xwest ku zimanê me tune bike, lê bi zarokên me, em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em gelekî kêfxweşin ku kel û pelên dibistana ji zarokên xwe re dikirin. Zarokên me jî bi coşeke mezin berê xwe didin dibistanan."

Xwediyê pirtûkxaneya Belqîs Ciwan Xelîl têkildarî coşa zarokan a kirîna kel û pelan wiha got;" Sala xwendinê destpê kir û zarok jî bi heyecanekê berê xwe didin van pirtûkxaneyan û kel û pelan dikirin. Zarok bi zimanê xwe dixwînin û diaxivin, gelekî kêfxweşî ye ji bo me. Serketina xwendekaran jî, serketina me ye."

Xwendekara dibistana Şehîd Azad Liyan Mislim kêfxweşiya xwe ya ji ber destpêkirina xwendinê anî ziman û got, "Serê sibehê em berê xwe didin dibistanê û mamosteyên me waneya xwendinê didin me. Kêfxweşiya min a herî mezin ew ku mamosteyên min, hevalê min em bi zimanê xwe diaxivin. Vaye me sala xwendinê destpê kiriye, em bi hêviya salên serketî ji bo tevahî hevalên xwe ne."

Mamosteyê beşa Erdnîgarî a Dibistan Şehîd Hogir Ebid Şûkrî Hito anî ziman ku hejmara xwendekarên li Dibistana Şehîd Hogir 450 derbas kiriye û got, "Atmosfera xwendekara gelekî bilind e ku sala xwe ya xwendinê destpê kirine. Xwendekar li ser du beşan tên, danê sibehê û yê nîvro ku tê de refa 12- 10 û 11-10. Em jî sala xwendinê li tevahî şagirtan pîroz dikin."