Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cihê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo şahiyek li qada avahiya Komîteya Çandiniyê li dar xist. Qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû al û sembolên şoreşa Rojava hatibû xemilandin.

 Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Kongreya Star axaftin hate kirin. Di axaftinên de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli tevahî gelan hate pîrozkirin û hate gotin: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo belavkirina hezkirin û biratiya gelan di navbera gelên herêmê de têdikoşe. Ev ramanê Ocalan erşê desthilatan hejand, ji ber vê yekê komployek li dijî rêbertî pêk anîne, lê bi ser neketin, ji ber ku rêbertî dikarî bi fikirê xwe girtîgeha Îmraliyê bike minareyek ji bo tevahî gelên azadîxwaz."

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Hemîsê Coza El-Hasûd axivî, îşaret pê ki ku rojbûna rêbertî rojbûna tevahî gelên bindest ên azadîxwaz e yên ku li edalet û wekheviyê digerin.

TIL BERAK

Li navçeya Til Berak a kantona Qamişloyê bi dehan şêniyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê li Parka Avesta ya navenda navçeyê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Til Berak Henan Dawud axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli tevahî gelên azadîxwaz pîroz kir û got:  "4'ê Nîsan rojeke pîroz ji bo gelên azadîxwaz e. Ji ber ku di vê rojê de rêberek ji jiyana ji bo azadiya gelan veqetand, hate dine."

Piştre komên stranan ên girêdayê navenda çandê ya navçeyê stran gotin, li ber stranan xelekên govendê hatin gerandin.

QAMIŞLO

Bi hema wesîleyê, Kongreya Star bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo şaniyek bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Qada stada ku şahî lê hate lidarxistin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Rojbûna we barbanga azadiya gelan e" hatibû xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, endama rêveber a Kongreya Star Gulîstan Gulo axivî ev roj li gelên azad û cangoriyên azadiyê bi taybet jinên Kurd pîroz kir.

Gulîstan Gulo got, 4'ê Nîsana 1948'an roja xelasiya gelên bindest ji pergalên dîktator û kapîtalîst e û wiha domand : "Rêbertî ronakbîr, fîlozof û pêxemberê ku ji bo gelê Kurd bi taybet û gevahî gelên Mezopotamyayê hate şandin."

Gulîstan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli hemberî tevahî sîstemên cîhanê yên li ser esasê kolekirina gelan û çewisandina mafên jinan ji bo xizmeta berjewendiyên xwe hatine avakirin, sekinî. Rola jin wekî hîmanê berxwedan û têkoşînê li hemberî hemû binpêkirinên ku azadiya wan asteng dikir, diyar bû."

Piştî axaftinan, Komîa Stêra Zêrîn û Sakîna yên girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn, Koma Botan û Kulîlkên Mezopotamyayê stran pêşkêş kirin.

AMÛDÊ

Bi dirûşmeya "Dem dema azadiya rêber Ocalan" Kongreya Star a navçeya Amûdê şahiyek bi boneya 4'ê Nîsanê li gundê Sinceqa Sadûn a başûrê navçeyê li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bi cil û bergên kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanhilda bûn.

Şahî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanli tevahî şehîdan û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Şehnaz anî ziman ku meha Nîzanê meheke pîroz ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û jinan e  û got: "Mîlada rêber Ocalan mîlada gelên cîhanê ye."

Piştî axaftinan Koma Ciwanên Hûrî û Koma Agirî stran pêşkêş kirin. Koma Şehîd Mizgîn jî dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê, şahiyek li qada Hêzên Parastina Civakê hate lidarxistin.

Şahî bi deqîqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama rêveber a Kongreya Star a navçeyê Nesrîn Mihemed axivî û got: "Rojbûna rêber Ocalan jiyaneke azadî, berxwedan û têkoşîn ji me re afirand."

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo, endam û rêveberên saziyên navçeyê 600 darên zeytûnan li Bendava Çilaxa ya bakurê rojhilatê navçeyê çandin.

Piştre şahiyek hate lidarxistin. Endamê rêveber ê PYD'ê yê navçeya Çilaxa Sirûr El-Şetî li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Beşdaran li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê gerandin.

REQA

Bi vê boneyê rêzeçalakiyên ekolojiya li Reqayê hatin lidarxistin û wiha ne;

Şaredariya  Gel a herêma Mezari ya li rojavayê gundewarê Reqayê "Parka Rêbertî" li mezreya Endelus vekir.

Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê kargeheke ava tenduristî li aliyê başûrê bajarê vekir û 60 dar li parka Bustan a bajêr çandin.

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Keramê û saziyên sivîl ên Reqayê 300 dar li Parka Şehîdan a li bajarokê Cidêdat a li rojhilatê gundewarê Reqayê çandin û 400 darên dîtir li Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê hatin çandin.

TIRBESPIYÊ

Li herêma Bexçê Mezin ê bakurê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo şahiyek hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên rêber Ocalan, alên QSD’ê û YPJ’ê hate xemilandin.

Şahîd bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveberiya Meclisa navçeya Tirbespiyê Klara Edîsa axivî û wiha got: "Tu kes nikare roka rêber Ocalan a li ser herêmê, fikir û felsefeya wî qut bike û em soza berdewama têkoşînê heta azadiya wî ya fizîkî didin."

Endamê Meclisa Hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi navê partiyên siyasî yên navçeyê Îbrahîm El-Selac wiha axivî: "Rêber Ocalan jiyana xwe ji bo rizgariya gelan feda kir û îro Rêveberiya Xweser bi xwedî li vê fikirê derdikeve. Rêveberiya Xweser li tevahî cîhanê bû sembola şerê li hember terorê ji aliyekî ve û jiyana hevbeş ji aliyekî din ve."

Piştî axaftinan, koma Şehîd Xebat a girêdayî Navenda Hêzil a Çand û Huner û koma Şehîd Avêsta ya stranan a girêdayî Navenda Şehîd Sason a li bajarokê Meişoq stran gotin, her wiha Koma Şehîd Fedekar a Şanoyê, şanoyek pêşanda û bi gerandina dîlanan çalakî bi dawî bû.