Li Ezazê teqîn: Herî kêm 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes birîndar bûn

Saziya Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Ezazê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, serê sibehê wesayiteke bombebarkirî teqiya, herî kêm 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.