Bomberdûmana li ser Efrînê didome -NÛ BÛ

Artêşa Tirk û çeteyên ku duh êrîş bi ser Efrînê û derdora wê de anîbûn bombekirinê didomînin. Diyar bû ku li herêmê balafirên keşfê digerin.

Êrîşên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de ku şevê dî dabûne destpêkirin vê sibehê jî didomin. Di encama êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê Mertala Firatê ku li Ezazê rêxistiniya wan kiribûn, vê sibehê li navçeya Şera du sivîl birîndar bûn.

DU SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Diyar bû ku komên çete yên bi ser Tirkiyê ve gundên Vîla Qadî, Xelîl Barede, Malîkiye û Belûniyê bombe dikin. Li Malikiyê ji ber bombekirinê 2 sivîl birîndar bûn.

ÊRÎŞ BIRIN SER GIRÊ NEBÎ HÛRÎ YÊ DÎROKÎ

Artêşa dagirker a Tirk  bi ser navçeya Bilbilê de jî, ku li rojhilatê Efrînê dimîne êrîşan dibe. Diyar bû ku ji qereqola Tirk a li ser sînor abi çekên A4 êrîşê bi ser herêma Çiyayê Gur ê Bilbilê de dibin û her wiha topên hewanê jî davêjin girê Nebî Nûr. Li gorî agahiyan gelek topên hewanê li gir ketine.

BALAFIRÊN KEŞFÊ DIFIRIN

Li gorî agahiyên xwecih balafirên keşfê yên artêşa Tirk li herêma Efrînê û Şehbayê digerin. Artêşa Tirk jîgehên nêzî sînor bombe dike.