Li Efrînê 4 kesên din hatin revandin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kesên din revandin ku temenê du ji wan li ser 70’ê bû.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî, li gundê Dêr Balûtê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê du kesên bi navê Ebulhemîd Îsmaîl Mêlîx (71) û Xelîl Yusif Xelîl (74) revandin. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, servîsên îstixbara Tirk Mihemed Mihemed jî (54) yê ji gundê Ebêdan a navçeya Bilbilê revand.

Li gundê Uga ku girêdayî heman navçeyê ye, ciwanek bi navê Mihemed Silêman Dada (23) hatiye revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê 1’ê Cotmehê di daxuyaniya dayî de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker li gundekî girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê sê kes revandin ku yek ji wan jin bû.