Li Efrîn û Şehbayê mehekê 53 êrîş hatin kirin
Dewleta Tirk a dagirker meha Tîrmehê herî kêm 53 caran êrîş bir ser herêmên Efrîn û Şehbayê.
Dewleta Tirk a dagirker meha Tîrmehê herî kêm 53 caran êrîş bir ser herêmên Efrîn û Şehbayê.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, dewleta Tirk a dagirker ji 1 heta 31'ê Tîrmehê li 32 gundan, bajarokê Meranazê, navçeya Til Rifetê, Balafirgeha Minixê û baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê 53 caran êrîş kir.
Di encama êrîşan de ku bi balafirên bê mirov, topên hawan û obusan pêk hatin, leşkerekî Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 3 kes û 9 leşker jî birîndar bûn.
Di êrîşan de ziyanên madî jî pêk hatin, erdên çandiniyê zirar dîtin.