Li Dirbêsiyê kevir li dewriyeya Tirk û Rûs hate barandin

Dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê li Dirbêsiyê dewriyeke leşkerî gerandin. Gel bi keviran ev dewriye protesto kir.

Dewleta Tirk û leşkerên Rûs di konvoya leşkerî de cih girtin. Vê konvoya leşkerî roja Pêncşemê li gundê Şirîk ê 15 kîlometreyan dûrî Dirbêsiyê dewriyeya 6’emîn gerand. Du helîkopterên Rûs jî tevlî dewriyeyê bûn.

Dewriye piştî gundên Bîrkenîse, Telik, Kerkend, Sîberka, Ber Kevirê, Til Kember, Til Kidêş û li gundê Qermanî sekinî.

Gel bi keviran ev dewriye protesto kir. Panzêrên Tirk piştî gundê Qermanî xwe vekişandin ser sînor.

Di 12’ê Mijdarê de dema gel konvoya leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker û leşkerên Rûs protesto kiribû, gule li gel hatibû reşandin û 8 kes birîndar bûbûn.

Di 8’ê Mijdarê de dewriyeya leşkerî li sivîlê bi navê Serxwebûn Alî dabû û ew qetil kiribû. Di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûbûn.