Li dijî asîmîlasyonê hînî Kurdî bibin

Ji Mamosteyên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurd Seyîd Ahmed got, li dijî asîmîlasyonê divê Kurd zimanê xwe hîn bibin û xwedî lê derkevin.

Li dijî asîmîlasyona bi rêk û pêk tê kirin, Komeleya Lêkolînê ya Kurd alternatîfeke girîng e ji bo kesên dixwazin hînî Kurdî bibin.

Komeleya Lêkolînê ya Kurd ku piştî girtina Enstîtuya Kurd a Stenbolê ava bû, dest bi dersên Kurdî kir. Di bernameya perwerdeyê de, ku ji sinifên yekemîn, duyemîn û sêyemîn pêk tê, di serdemên havîn, payîz û zivistanê de nêzî 800 şagirtan hînî Kurdî dike.

Ji Mamosteyên Komeleya Lêkolînê ya Kurd Seyîd Ahmed ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, li dijî asîmîlasyona giran a li ser Kurdî gelekî gelekî girîng e ku gotin û çalakî yek bin. Ahmed zor û zehmetiyên li ser Kurdî bi bîr xist û ji bo armancên xwe got, "Em li vê deverê dersan pêşkêş dikin, şagirtên me jiyana xwe bi Kurdî didomînin. Vê yekê li nava malbatên xwe belav dikin û êdî malbatên wan jî bi Kurdî diaxivin. Bi saya xwendekarên me her ku malbatên wan bi Kurdî diaxivin Kurdî li qadeke berfireh belav dibe. Di dawiya dersên me de qursa mamostetiyê jî heye. Dema ku tevlî vê qursê bûn dikarin bibin mamosteyên Kurdî. Dema ku Kurd bûn xwedî statu ev mamoste wê beşdarî perwerdeyê bibin. Wê vê valahiyê dagirin. Armanca me ev e. Ev sazî ji bo Kurdî gelekî girîng e."

GOTIN Û KIRYAR DIVÊ LI HEV BÊN

Ahmed girtina beşa Kurdî ya li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê nirxand û rexne kir: "Mirov di medyayê de gilî û gazinan dikin û dibêjin 'Li Zanîngeha Artûklûyê beş hate girtin'. Dema ku em dibêjin, 'Were vê deverê dersê bibîne, jiyana xwe bi Kurdî bijî', vê yekê nadin pêş çavên xwe. Rexneyên wan ên li medyayê tenê gotin in, hîn nabin. Di pêvajoya çareseriyê de mirov dihatin, ji bo hîn bibin hewl didan. Lê belê niha gelekî kêm bû. Qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin, tabelayên bi Kurdî hatin rakirin. Mirov ji vê yekê gelekî aciz in, mafdar in, lê belê dema ku mjar hînbûn be hingî bi xemsarî tevdigerin. Gotin û kiryar li hev nayên."

BI AXAFTINA BI KURDÎ DIKARIN BIBIN BERSIV

Ahmed anî ziman ku yên perwerdeya Kurdî dibînin dikarin bandorê li derdora xwe jî bikin û got, "Gotinên ji bo Kurdî tên gotin divê bên pêkanîn. Çawa ku em bi gotinê li Kurdî dibin xwedî divê bi çalakiyê jî em bi heman rengî tevbigerin. Divê ne tenê gotin be. Li vê deverê saziyeke perwedeya bi Kurdî heye û dikarin li vê deverê hîn bibin. Wekî din divê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Li dijî asîmîlasyonê ancax helwesteke bi vî rengî bê nîşandan."