Li Dêrik û Minbicê ji bo 2 şehîdan şîn hate danîn

Ji bo şehîd Ayaz Ebdullah li Dêrikê û ji bo şehîd Ciwan Kobanê jî li Minbicê şîn hate danîn.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Ciwan Kobanê (Akif El Ehmed) re xwest. Konê sersaxiyê ji taxa Esediyê hat vendan û merasîmeke hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yasmîn Berkel sersaxî da malbata şehîd û got, heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û mîsogerkirina serkeftinê dê şopdarên xeta şehîdan bin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Elî jî got, şehîd meşaleya ronîkirina rêya gelan in.

Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  Minbic û Gundewarê wê Cuma Heyder anî ziman ku şehîdan di rêya parastina welat û rêya projeya neteweya demokratîk de canê xwe feda kirin. Her wiha got, şehîd meşaleya berxwedanê ne.

LI DÊRIKÊ JI BO ŞEHÎD AYAZ EBDULLAH KONÊ SERSAXIYÊ HATE DANÎN

Xelkê bajarê Dêrikê û gundên derdorê tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ayaz Ebdullah bûn ku roja duşemê dema erka xwe ya ewlekariyê pêk dianî şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Atiya Mehmûd axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ayaz û hevalên wî yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwest û soza temamkirina meşa şehîdan da.

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li hemberî êrîşên li ser herêmê destnîşan kir û banga xurtkirina berxwedana gel li hember êrişan û komployên qirkirinê kir.

Ji aliyê xwe ve endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mesum Dêrşiwî sersaxî da malbata şehîd û got şehîd nemir in.

Dawiya merasîmê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.