Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
Li bejahiya rojavayê Dêrazorê di êrîşeke çekdareî de 2 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Li bejahiya rojavayê Dêrazorê di êrîşeke çekdareî de 2 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) kesên nenas ên li ser motorsîkletê êrîş birin ser Benda Ewlekariya Dewletê ya li bajarokê Zixîr Şamiye ya li rojavayê Dêrazorê. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne pirsgirêka ewlekariyê dewam dike.