Li Baxozê zêdetirî 600 sivîl hatin rizgarkirin

Qonaxa ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dabû destpê kirin, didome.

Şervanên QSD’ê li gundê Baxoz û derdora wê nêzî 600 sivîl û çeteyên DAÎŞ’ê derxistin.

Yekîneyên taybet ên QSD’ê bi operasyoneke taybet çete û malbatên ku derketina ji herêmê red dikin tahliye dikin.

Îro seatên sibê nêzî 400 û 500 kes ji gund hatin derxistin û teslîm bûn.

Hate diyarkirin ku piraniya kesên radest bûne, ji welatên Tirkmenistan, Kazakistan, Ozbekistan û ji welatên Rojhilata Navîn in.

Yên ji Asyaya Navîn hatin gotin ku li ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne.