Li Baxozê bi sedan çete û malbatên wan radest bûn

Li Baxozê operasyona dawî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dewam dike. Bi sedan çete û malbatên wan radestî şervanên QSD'ê bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Baxozê hatin girtin, nêzî 400-500 kesên din li Baxozê teslîm bûn.

Hate diyarkirin ku piraniya kesên radest bûne, ji welatên Tirkmenistan, Kazakistan, Ozbekistan û ji welatên Rojhilata Navîn in. 

Çeteyên ji Asyaya Navîn ên radest bûne ragihandin ku li ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê bûne.

Beriya vê veguhastinê berdevkê QSD'ê yê ragihandinê Mustafa Balî, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku operasyona li eniya Baxozê hatiye sekinandin.

Balî diyar kiribû ku li Baxozê çete sivîlan weke mertal bikar tînin û difikirin ku ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên radest bibin korîdorekê vekin. 

Li herêmê çeteyên DAÎŞ'ê di qadeke teng de hatine asêkirin û ji serê meha Kanûnê ve nêzî 53 hezar kesan xwe spartine QSD'ê. Di nava van de ligel jin û zarokan bi hezaran endamên çeteyan jî hene.