Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirker hatin protestokirin

Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Di çalakiyên li Amûdê, Til Hemîs, Girkê Legê, Heleb û Şehbayê yên Kantona Qamişloyê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê jî bi xwepêşandanekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad ve berdewam kir.

Li Qada Şehîd Cîhad, hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Amûdê Minewer Xalid êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişan û bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kir û got: “Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê îxaneta li gelê Kurd e.”

Minewer berxwedana lehengî ya gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Operasyona Bazên Zagrosê silav kir.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navşeya Girê Legê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Tacedîn Ferho ve li pêşiya navenda meclisê li bajarokê Rimêlanê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana diyar kiriye ku ku bi hezaran leheng hene ku xaka Kurdistanê diparêzin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û xaka Kurdistanê, bisekinînin.

 

TIL HEMÎS

Xwepêşandana li navçeya Til Hemîsê ji pêşiya Navenda Trafîkê dest pê kir. Bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî xwepêşandê bûn û dirûşmên biratiya gelan û derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê û Iraqê berz kirin.

Xwepêşandêran pankertên “Dagirkeriya Tirk, dagirkeriya talankirin û diziyê ye”, “Bijî berxwedan”, “Na ji siyasetên dagirkeriya Tirk re”, “Em serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin” û wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.

Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Kongreya Star Hele El-Xelef axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeran silav kir.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif jî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got: “Divê îro em xwe ji hemû îhtimalan re amade bikin û em her tim ji bo parastina herêmên xwe amade bin.”

El-Nayif teqez kir ku ew xwe dispêrin hevgirtina hemû pêkhateyan û diyar kir ku ew li kêleka hêzên xwe ne. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Roşîn Mûsa ve li pêşiya navendê meclisê hate xwendin.

Meclisê destnîşan kir ku êriş plankirî ye ku di salvegera komkujiya Ermenan de were kirin, ew jî peyamek e ku wek çawa komkujî li dijî Ermenan pêk anîn, dikarin li dijî wan jî pêk bînin.

ŞEHBA

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê li ser rêya di navbera gundê Til Qerah û navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê de kom bûn. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandanê ji gundê Til Qerah dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya li Ehresê ve dewam kir. Beşdaran sloganên ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Metînê silav dikin, berz kirin.

Xwepêşandêr li pêşiya navenda ciwanan sekinîn, li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Lîlas Sîdo bi zimanê Kurdî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku nasnameya gelê Kurd tune bike û hate gotin ku dewletên kapîtalîst xwe li ser asîmîlekirina nasnameya gelan ava dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên li dijî Zapê, Avaşîn û Metînê hewl dide tola binketina xwe li çiyayên Kurdistanê hilîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê em ê berxwedana xwe heta têkbirina faşîzma dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê û qewitandina dagirkeran, dewam bikin.”