Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê coşa Newrozê
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê meşaleyên Newrozê hatin vêxistin û beşdarvanan govend gerandin.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê meşaleyên Newrozê hatin vêxistin û beşdarvanan govend gerandin.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê meşaleyên Newrozê hatin vêxistin û beşdarvanan govend gerandin. Di saetên vê êvarê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşaleyên Newrozê pêxistin. Şênî bi cil û bergên xwe yên folklorî li derdora agir xelekên govendê gerandin.
DERIYÊ SÊMALKA
Rêveberiya Deriyê Sêmalka bi hevkariya Rêveberiya Deriyê Welîd, li deriyê Sêmlakayê agirê Newrozê vêxist û şahî li dar xist.
Hevserokê Meclîsa Herêma Cizîrê Xebatê Hisên, berdevka Kongra Star Remziya Mihemed, bi dehan endamên Deriyê Sêmalka, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gumrika Dêrik, ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî general Bryce Andrews û Jack Abrams û şervanên koalîsyona beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê Newrozê de hate pêşandan.
Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed axivî, Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got ku ev sal wê bibe sala serkeftin û sala azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Hevserokê Meclîas Herêma Cizîrê Xebatê Hisên û Remziya Mihemed û general Bryce Andrews bi dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşaleya Newrozê vêxistin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Li navenda navçeya Dirbêsiyê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan şahiyek li dar xist. Meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin.
Piştre li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.
ŞAM
Li taxa Zorava ya Şamê jî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan agirê Newrozê hate vêxistin. Şêniyan li ber stranên şoreşger û folkolrî yên Kurdî li derdora xelekên agir govend gerandin.
KOBANÊ
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê herikîn goristana Şehîd Dicle û bi vêxistina findan şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.
Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê meşeke bi meşaleyan ji goristana Şehîd Dicle ber bi girê Meştenûrê ve li dar xist.
Li ser girê Miştenûr agirê Newrozê hat vêxistin.
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê jî şêniyan bi coş Cejna Newrozê pîroz kir.
Bi dehan şêniyên navçeyê agirê Newrozê pêxistin û li derdora wê govend gerandin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz wê sibe bi dirûşma "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022'yan bikin Newroza azadiya Rêber APO" were pîrozkirin.
ŞEHBA
Di saetên destpêkê yên êvarî de şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê li navçeya Şêrawa, gundên Şehba û komên wê agirê Newrozê pêxist. Li gundên Şehaba û navçeya Şêrawayê şenî li hev kom bûn, agirê Newrozê vêxist û li ber stranên şoreşerî govend gerand.
TIL TEMIR
Şêniyên navçeya Til Temirê li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û şahiya Newrozê li dar xist. Şêniyan li avahiya meclîsê agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin.
EYN ÎSA
Şervanên QSD'ê li eniyên berxwedanê yên navçeya Eyn Îsayê agirê Newrozê vêxistin. Şervanan bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê li derdora agir govend gerandin.