Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hejmara nexweşên bi vîrûsê zêde dibe

Komîteya Tenduristiyê ya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li herêmê 20 nexweşên din ên bi vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin. Komîteyê diyar kir ku 2 ji nexweşan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî vê yekê li herêma Cizîrê û Hesekê 2 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Mistefa diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 20 kesên din ên bi vîrûsê hatine tespîtkirin û di heman demê de 17 nexweş jî rehet bûne.

Hejmara giştî ya nexweşan bûye 595 kes, ya kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 40 kesî. Heta niha 127 kes jî rehet bûne.