Li Amûdê ji bo du şervanên Erka Xweparastinê konê sersaxiyê hat vedan
JI bo 2 şervanên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Amûdê şehîd bibûn, konê sersaxiyê hate vedan.
JI bo 2 şervanên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Amûdê şehîd bibûn, konê sersaxiyê hate vedan.
Ji bo şervanên Erka Xweparastinê Îbrahîm Mislit û Sebah Sadûn ên ku 28'ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê yê navçeya Amûdê şehîd bûbûn, konê sersaxiyê li Stada Şermola ya navçeyê hat danîn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got divê pêkhateyên herêmê li hember êriş û gefan hevgirtina xwe xurt bikin.
Elî diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin û tolê ji sîxur û xayînan hilînin.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Bîco Bîco anî ziman ku dîroka dewleta Tirk dîrokeke reş û bixwîn e û got dewleta Tirk siyasetên qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê didomîne.
Bîco soza da şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku berdêl çi dibe bila bibe wê herêmê biparêzin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê têk bibin.
Her wiha rêvebera Kongra Star Celîla Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên têkoşer de bi israr e, lê wê bi ser nekeve.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.