Li Amûdê bombe li sivîlan hate barandin: Kuştî û birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Til Hebeş ê Amûdê barand. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Til Hebeş ê Amûdê barand. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bombardûmaneke giran li Rojava dike. Herî dawî bombe li gundê Til Hebeşê yê Amûdê barand.
Bombardûman yekser li sivîlan hate kirin û li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene. Lê belê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bir ser gundê Tewile yê Til Temirê.