Kongra Star bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyanî da
Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî dagirkeriyê bi cih bînin.
Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî dagirkeriyê bi cih bînin.
Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"4 sal in Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Êş, azar, sûcên dermirovî û derexlaqî, kuştin, revandin tecawizkirin, talankirin, guhertina demorafî, koçberkirina gel tê kirin û dar tên şewitandin û birîn.
Dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê tevahî pîvanên navneteweyî bin pê dike, lê tu helwest ji aliyê civata navneteweyî ve derneketiye. Dewleta Tirk û çeteyên wî bi êrîşên dagirkirinê Efrînê ya ku ji tevahî koçberên Sûriyê bibû stargeha ewle, hemû pêvanîn şer bin pê kirin, çekên giran û teknîka pêşketî li dijî sivîlan bi kar anîn, bi balafiran malên sivîlan bombebaran kirin û cih û şûnwarên dîrokî xirab kirin û talan kirin.
Tevî hemû êrîşên qirkirinê gelê Efrînê 58 rojan berxwedaneke dîrokî meşand. Berxwedana Serdemê ya dîrokî li hemberî topbarana dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê vîn û biryara girêdana bi cih û xwarê xwe ve, parastina nirx, xak û çanda xwe ya gelê resen nîşan da. Bi rihê heman berxwedanê şêniyên Efrînê li kampên li Şehbayê li hemberî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê û hewldanên qirkirinê li ber xwe didin.
Bi navê Kongra Star em sûcên dewleta Tirk û bêdengiya civata navneteweyî şermezar dikin. Tevî ku hemû sûc hatine belgekirin û eşkere ne, lê cîhan bêdeng dimîne.
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, helwesta xwe diyar bikin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi dawî bikin."