Komxebata KNK-Rojava bi dawî bû

Komxebata Kongreya Netewî ya KNK-Rojava bi dawî bû. Di encamanameya komxebatê de ji bo pêkanîna yekîtiyeke netewî ya partiyên siyasî yên Kurd û hêzên Kurd hate diyarkirin ku divê ji berjewendiyên partî û kesî dûr kevin û tişta bikevin ser milan pêk bînin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo pêkanîna yekîtiya netewî li Rojava bi Komxebata Kongreya Netewî ya Rojava, îro piştî eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamanameyê de daxwaznameyek ji rêze daxwaz pêk dihat hatin bicihkirin. Yek ji wan avakirina komîteyekê da ku peywendiyê bi partiyên Rojava re bike û nêrînan hevdu bigrinû her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê zêdetir bang bên kirin.

Komxebata Kongra Netewî ya Kurdistan- Rojava (KNK- Rojava) bi beşdariya 170 delegeyan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên herêmên Rojava û kesayetên serbixwe duh li bajaroka Rimêlanê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê hate destpêkirin, piştî diyarkirina encamnameyê bidawî bû.

Hevdîtina ku li salona Sandîkeya Karkeran a bajaroka Rimêlanê hatiye lidarxistin du rojan dom kir. Di hevdîtinê de beşdaran nêrînên xwe di derbarê girîngiya yekîtiya di navbera partiyên Kurdî de anîn ziman û diyar kirin ku pêwîst e Yekîtiyeke Netewî û artêşeke Kurdî ya hevbeş were avakirin û lidarxistina Kongra Netewî ya Kurdistan were lidarxistin.

Di dawiya Komxebata Kongreya Netewî ya Rojava de, ji daxwaznameya ku rêze daxwaz li xwe digire ve hate xwendin.

Encamnameya ku daxwaz, pêşniyar û nirxandinên beşdarvanan cih digire ji aliyê hevseroka Kongra Netewî ya Kurdistan Nîlufer Koç ve hate xwendin. Beşdarvanan daxwaz kirin ku ev pêşniyar pêşkêşî Kongra Netewî ya Kurdistan a giştî were kirin.

Daxwaznameyên di encamnameyê cih girîtîn wiha ne: Divê saziyên çandî û sivîl û meclîsên eşîran bêne avakirin û alîkariya wan were kirin. Her wiha divê alîkarî û piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel/Jin û hemû hêzên leşkerî yên Kurdî ku şerê terorê dikin were kirin. Çalakiyên ku vegerandina koçberan armanc dikin bêne zêdekirin. Xebatên ji bo çespandina sîstema hevserokatiyê di hemû partiyên siyasî de were meşandin, her wiha alîkariya saziyên jinan bêne kirin da ku civak were pêşxistin. Semîner ji welatiyan re bêne pêşkêşkirin û têde girîngiya lidarxistina Kongira Niştimanî Kurdistan were şîrovekirin. Her wiha çalakiyên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bêne zêdekirin. Dîsa weke erkeke niştimanî piştgirî û alîkariya Kurdên kantona Şehba û Dîmeşqê were kirin. Di hevdîtina şêwermendiyê de êrîşên dewleta Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê hate şermezarkirin û hate gotin ku divê komîteyek were avakirin û nêrînên partiyên Kurdî yên Rojava bi hevdu ve nêzîk bike.

Encamnameyê pêşkêşî nûnerên Kongreyê hate kirin û ji aliyê hemûyan ve hate erêkirin û piştî ku redekteya wê were kirin wê ji dezgehên çapemeniyê re bê eşkerekirin.