Jinên Komunîst ên Şoreşger ji bo Efrînê bang kirin

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker şermezar kir û bang li hemû gelên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir da ku xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin.

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) di destpêka daxuyaniya xwe êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê wiha bi bîr xist: “Li ber çavê hemû cîhanê, bi piştgirî û erêkirina hêzên emperyalîst yê navnetewî di Adara 2018’ê de Efrîn û di Cotmeha 2019’an de Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê yên hov ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe didomînin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin bi hezaran welatiyên Efrînê yê Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî ji ser axên xwe hatin koçberkirin. Bi hezaran çete û malbatên wan li dewsa wan hatin bi cih kirin.”

JKŞ di dewama daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser binpêkirina mafan û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha pê de diçe: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku hemû hiqûqa şer ya navnetewî tune dihesîbinin, tevahî hebûn, mal, milk û erdên gelê Efrînê talan kirin û hîna jî berdewam dikin. Di aliyekî de bi sed hezaran darên zeytûnan ku bûye sembola Efrînê hatin birîn. Bi sedan sivîl, ciwan, jin, kal û pîr tên revandin, di êşkenceyan re tên derbaskirin û tên qetilkirin. Mirov tên revandin û ji malbatên wan bi milyonan fidye tê xwestin û bi bedêla pereyan tên berdan.”

JKŞ her wiha daye xuyakirin ku di serê armanca wan êrîşan herî zêde jin heye û bi wê rengî didomîne: “Bêguman weke ku di rastî û bingeha dewleta Tirk a dagirker de xwe nîşan dide, êrîşên herî mezin dîsa li ser jinan tên pêkanîn. Di pêvajoya dawî de dîmenên êşkenceya ku li ser bi dehan jinên Efrînî ku di zindanên girêdayî dewleta Tirk de hatiye kirin derketin holê. Wateya vê bêguman di şexsê jinên Efrînê de şikandina şoreşa me ya jinê ye. Êrîşên ku îro li dijî jinên Efrînê tên pêkanîn berdewamiya êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li dijî bi hezaran jinên Êzidî pêk aniye û berhemê heman ferasetê ye.

Êrîşên ku di şexsê jinan de tên pêkanîn bi armanca şikandina vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin. Û bi vê gavê tê xwestin ku mesajek bê dayîn ji jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re. Bi vê mesajê tê gotin ku ‘Ger hûn di nav vê şoreşê de cih bigirin dawiya we ev e’. Ev siyaset tenê ne li dijî jinên Efrînî, di heman demê de li dijî nasnameya tevahî jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên karker, kedkar ên bindest ên hemû cîhanê ye.”

JKŞ di dawiya daxuyaniya xwe de di serî de jinên Kurd bang li hemû jinan kir ku li hemberî wan êrîşan xwedî li vîna şoreşa xwe derbikevin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Hemû hêzên emperyalîst yên navnetewî û dewletên paşverû û mêtinger ku dagirkeriya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî erêkirin û niha bêdeng temaşa dikin şirîk û berpirsiyarên van êrîşan in. Em bangawaziya tevahî jinên 4 parçeyê Kurdistanê heta Tirkiyê, Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Emerîkaya latînî heta her derê dikin, li dijî êrîşên ku li ser vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin, vîna şoreşa jinê û piştgiriyê mezin bikin.

Em Jinên Komûnîst ên Şoreger (JKŞ) banga jinan dikin ku li dijî hemû êrîşên zilamperest, dagirkerkeriya axa me û bi taybetî nasnameya jinê dike hedef, zanebûna xweparastin û rêxistinbûnê mezin bikin. Em ê bi vîna şoreşa Jinê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û hemû warên ku di bin dagirkeriyê de ne, bi ruhê fidayî ya Arîn, Barîn, Avesta, Sarya û Destanan rizgar bikin.