Bi hezaran jinên ji herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em ê jiyaneke azad biafirînin" ji bo piştgiriya bi jinên Şengalê û Afganistanê li Kobanê li hev kom bûn.
Jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ji Qada Jin a Azad heta Qada Aştiyê meşiyan.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û laçikên ku li ser "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsî bû û bi gulan hatibûn xemilandin, hatin hildan.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin.
Hevseroka Desteya Maliyeyê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel daxuyaniyek da û got, "Doh Şengal îro jî Efganistan e."
Firyaz Berkel bi dewamî got, "Li dijî qirkirina jinan em ê jiyaneke azad biafirînin. Ev soza tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ê bi vê helwestê dengê jinan bigihînin tevahiya cîhanê. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê komkujî hate kirin. Bi vê komkujiyê xwestin, di şexsê jinê de azadiyê tune bikin. Lewma destpêkê êrîşî jinê kirin û bi vî rengî hewl dan desthilatdariya xwe misoger bikin."
Firyaz Berkel bi bîr xist ku di 15'ê Tebaxa 2021'ê de jî êrîş li jinên Afganistanê hate kirin û êrîşa li Efganistanê şiband êrişa li Şengalê ya li dijî jinan hate kirin.
Firyaz Berkel got, "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li dijî mejiyê desthilatdar ê jinê rabin ser piyan. Vaye jinên Şengalê serî hildan e û azadî misoger kirine."