Ji QSD'ê bîlançoya dawî: 17 çete hatin kuştin
QSD'ê diyar kir ku di çalakiya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de 17 çete hatine kuştin û gelek jê jî birînda bûne.
QSD'ê diyar kir ku di çalakiya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de 17 çete hatine kuştin û gelek jê jî birînda bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê roja Înê bîlançoya çalakiyên şervanan yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên me li hemû eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana xwe ya li ser bingeha xweparastina rewa didomîne.
Dewleta Tirk a dagirker, doh bi obusan Bendava Tişrînê û gundên derdora wê bombebaran kirin. Çeteyan di saet 13.30'an de êrîşî girê nêzî gundên Xirbe Zemala û Etşanayê kir. Şervanên me bersiva êrîşan da û wesaîtên wan hedef girtin. Li ser vê yekê çete neçar man ku ji qadê birevin. Di heman demê de artêşa dagirker a Tirk, li dijî herêmê bi obusan bombebaraneke dijwar pêk anî. Bombebaranê heta ku çete ji qadê birevin bi saetan berdewam kiriye.
Şervanên me li bajaroka Ebû Qelqelê çalakiyeke bibandor pêk anîn. Yekîneyên Şehîd Harûn, komên çeteyan û wesaîtên wan hedef girtin. Di çalakiyê de 17 çete hatine kuştin û 4 jê leşkerên dewleta Tirk a dagirker 21 çete jî birîndar bûne. 3 wesaîtên leşkerî yên çeteyan hatine îmhakirin. Di dema çalakiyê de balafirên bêmirov di nav tevgerdariyeke dijwar de bûn û di çalakiyê de şervanekî me şehîd bû. Li eniya Dêr Hafirê jî dewleta Tirk bi dronan tevgeriyaye. Yekîneyên Şehîd Harûn li vê herêmê wesaîteke leşkerî ya aîdî çeteyan îmha kirin. Her wiha çeteyan bi 2 dromên kamîkaze qada şervanên me hedef girtin lê tu zirar negiheştiye şervanên me."