Ji pîknîkên biçûk ber bi pîrozbahiyên bi heybet

Newroza ku li Rojava bi pîknîkê dihate pîrozkirin, ji sala 1985'an û pê ve derbasî qadan bû. Êdî li qadan ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin.

Ji welatparêzên sereke yên Rojava Şemsîxan Gulo qala guhertin û pêşketina Newrozê ya bi PKK'ê re kir.

Şemsîxan Gulo got, "Me berê Newroz bi rengê pîknîkê pîroz dikir" û anî ziman ku bi PKK'ê re qonaxeke nû dest pê kir. Şemsîxan Gulo got, "Êdî amadekariyên mezin têne kirin, coşa Newrozê beriya bi rojan me dixe nava liv û tevgerê. Me bi çîroka Newrozê nizanî bûn. Apê Yûsûf Gulo ji me re qala çîroka berxwedanê ya Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq ê zalim, dikir. Me nizanîbûn ku berxwedan e, serhildan e."

Şemsîxan Gulo diyar kir ku ruh û îradeya PKK'ê Kurd kir xwedî îrade û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgera heqîqetê ye, ya şehîdan e. Dema ku qala ruhê PKK'ê tê kirin mebest ruhê pak ê ji bo gel e. Dema ku dihatin malekê ji 7 heta 70 salî bi her kesî re eleqedar dibû. Ev yek ji bo me tiştekî nû bû. Me di nava jiyana xwe de tiştekî nû dît. Lewma jî nûbûna vê jiyanê, berxwedana li zindanan, fedakariya hate kirin, serhildan ji bo rabûna ser piyan a ji bo mafên vî gelî bûn, rabûna ser piyan a ji bo mirovahiyê bû."

Şemsîxan Gulo ragihand ku bi saya pirtûka 'Berxwedan jiyan e' ya li ser berxwedana Zindana Amedê gelek tişt hîn bû û got, "Me berxwedana hevalên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş bihîst. Wê demê pirtûk kêm dihatin. Wê demê pirtûka bi navê 'Berxwedan jiyan e' hebû. Me ji hevalê Mûstafa xwest ku ji me re qalê bike bê ev pirtûk tê çi wateyê û qala çi dike. Ji me re bi Erebî digot, me jî nîqaş dikir. Hevalek bi navê Leyla hebû. Ew, Cahîde û hevsera Şehîd Zinar bi hev re bûn. Wan ji me re qala bûyerên li girtîgehên Tirk kirin. Qalê kirin ku heval Mazlûm di Newrozê de bedena xwe şewitand."

Şemsîxan Gulo bal kişand ser ruhê ku berxwedana zindanan û çalakiya 15'ê Tebaxê tevlî Newrozê kir û got, "9 meh piştî çalakiya fîşeka destpêkê, Newroz bi ruhê serhildanê û dirûşma berxwedanê hate pîrozkirin. Posterên hevalên Egîd, Mazlûm, Kemal û Hayrî Dûrmûş, alên ARGK'ê hatin hildan. Sirûda ARGK'ê hate gotin. Newroz bi ruhê berxwedanê hate pîrozkirin. Bi tevlîbûneke xurt, bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Wê demê haya me ji gelek tiştan çêbû. Ji bo Newrozê vê carê beriya rojan amadekarî dihate kirin. Gel bi hêvî û coşeke mezin berê xwe dida qadên Newrozê. Bi hezaran kes li qada pîrozbahiyê diciviyan.

Şemsîxan Gulo anî ziman ku fîşeka destpêkê ya ku sala 1984'an hate teqandin bandoreke gelekî mezin li Rojava jî kir û got, "Ji ber ku hevalê Egîd li kampa Lubnanê ma. Xelkê Rojava timî diçû kampa Lubnanê. Fîşeka destpêkê bi çeka fermandar Egîd hate teqandin ku vê yekê kir ku Tevgera Azadiyê li Kurdistanê û cîhanê deng vede. Lewma bi sedan kesî navî wî li xwe kirin, rahiştin çeka wî. Piştî şehadeta wî bi sedan kesî dan ser şopa wî û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Bandor li ser malbatên welatparêz û Rojava kir. Gelek stran hatin çêkirin. Di 15'ê Tebaxê de du keçên me ji dayik bûn. Me navê yekê kir Berxwedan, navê yekê jî kir Rûken. Piştî şehadeta hevalê Egîd me navê wî li kurê xwe kir."