'Ji Kobanê heta Dêra Zorê me ji tinebûnê hebûn afirand'

Pêşengên têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, şervanên YPG û YPJ'ê qala serketin û serpêhatiya xwe kirin.

Şervanên YPJ û YPG'ê yên tevlî gelek pêngavan bûn, li ser Pêngava Bagera Cizîrê ji me re axivîn. Şervanan serketina xwe ya li vê eniyê diyarî hevalên xwe yên YPG û YPJ'ê yên şehîd bûne kirin.

Şevana YPJ'ê ya ji Efrînê Dilar Heleb pêngavên ku ew tevlîbûne bi bîr dixîne û dibêje, "Min cihê xwe di pêngavên Heleb, Şengal, Minbic, Reqa û gelek pêngavên din de girt. Em; şervanên YPG û YPJ'ê dema ku me li dijî Cephet El Nûsra, komên biçûk û herî dawî jî DAÎŞ a ku kes li ber nedisekinînin şer dikin, me bawer dikir ku em ê rojekê bi ser bikevin. DAÎŞ'ê bi serjêkirina mirovan tirs berdabû nava dilê mirovan, lê bi berxwedana YPG/YPJ'ê re ev tirs ji dilê mirovan derket."

ŞEHÎDA PÊNGAVA DÊRA ZORÊ RUQEYYE

Dilar dibêje, ji bo wê gelekî hêja ye ku tevlî pêngavên li dijî çeteyan bûye, tevî şehîdên şoreşê meşiya ye û wiha dewam dike: "Derxistina çeteyan ji Dêra Zorê gaveke girîng e, bi taybetî gelekî girîng e ku jinan ji destpêkê heta dawiyê cihê xwe di vî şerî de girtin. Di pêngavan hemûyan de hevalên jin cihê xwe girtin û şehîd ketin. Mesela şehîda destpêkê ya pêngava Dêra Zorê hevaleke jin e. Hevale me ya Ereb e ku navê wê Ruqeyye ye. Ev şehadet hem ji bo moralê me hem jî ji bo berxwedana me gelekî mezin e."

TIRSA DAÎŞÊ; TILÎLIYÊN YPJ'Ê

Dilar bal kişand ser tirsa DAÎŞ'ê ya ji YPJ'ê û wiha dewam kir: "Di vê pêngavê de min bi xwe dît ku DAÎŞ'iyan digotin, 'Bila em bi destê 10 mêran bên kuştin, lê bi destê jineke YPJ'î neyên kuştin'. Ji moral û tilîliya jinan gelekî ditirsiyan, lewma digotin ku ew naxwazin bi destê jinan bên kuştin. Rizgarkirina jinên Êzidî bi destê YPJ'ê ji bo me û gel bû moraleke mezin. Li ser bingeha projeya Rêber Apo jin ji zilmê hate rizgarkirin."

Dikar herî dawî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ev berxwedan hêzê dide wan. Dilar diyar kir, ew serketina pêngava Dêra Zorê diyarî şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven dikin.

Şervan Mûrat Qamişlo jî navê yek ji fermandarên destpêkê Mûrat Qamişlo li xwe kiriye. Qamişlo diyar dike ku ew serbilind e ji ber ku ala wî hildide û dibêje, "Ji sala 2011'an ve tevlî pêngavên Til Hemîs, Minbic, Dêra Zorê bûme. Em niha gihîştine dawiya pêngava Dêra Zorê. Vê serketinê diyarî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û berxwedêrên zindanan dikin. Dagirkerek li ku be em ê bi ser de biçin."

'ŞEHADET JI BO ME ÇAVKANIYA HÊZ Û MORALÊ YE'

Bêrîtan Alîşêr jî ku sala 2011'an tevî bav, kek û birayê xwe cihê xwe di nava şoreşê de girt, ji me re qala serpêhatiya xwe dike. Bêrîtan ciwaneke YPJ'î ye ku ji Hesekê ye. Cihê xwe di pêngavên Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Minbic, Reqa û herî dawî jî cihê xwe di pêngava Dêra Zorê de girtiye.

Alîşêr dibêje, "Şehîdbûna gelek hevalan li min giran jî be, bû çavkaniya herî mezin a moral û hêzê. Aliyê herî bedew ê vî karî jî serketina me ya di van pêngavan de ye. Serketina pêngava Dêra Zorê destpêkê li şehîdan û Rêber Apo, li jinên Êzidî û Ereb ên hatin rizgarkirin, pîroz dikim."

'DÊRA ZOR ENCAMA BERXWEDANA ME YA BI BIRYAR E'

Awzem Arîn a ji Dirbêsiyê tevlî pêngavên Reqa, Kerema û Dêra Zorê bûye. Ew sekvanek e.

Awzem dibêje, "Şehîdbûna hevrêyên me bi me gelekî zor e. Lê belê di nava şert û mercên şer de hêzê dide mirovan. Em, YPJ li refên herî pêş cihê xwe digirin."

Awzem diyar dike, bi ked û hewldanên wan, DAÎŞ li ber tinebûnê ye û got, "8'ê Adarê li jinan pîroz dikim. Berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav dikim. Serketina me ya li Dêra Zorê encama berxwedana me ya bi biryardarî ye."

'ÎRADEYA ME XURT BÛ'

Delîl Karabogan şervanekî YPG'ê ye ji Kobanê. Karabogan balê dikişîne ser îradeya ku ji şerê Kobanê ve her bi ser dikeve û dibêje, "Armanc ji êrîşa wan a li dijî Kobanê tinekirina gelê Kurd bû. Me jî di wî şerî de cihê xwe girt. Tevî nebûna derfetan jî îradeya me xurt bû û bi bandora vê yekê me DAÎŞ û hêzên çete li Kobanê têk birin.

'JI KOBANÊ HETA DÊRA ZORÊ, ME JI TINEBÛNÊ HEBÛN AFIRAND'

Serketina ku li Kobanê dest pê kir em dibînin ku îro gihîştiye Dêra Zorê. Pêngava Dêra Zorê kêm maye ku biqede. Me dît ku bi îradeyeke xurt mirov dikarin li ber her zehmetiyê bisekinin. Dikarim bêjim, me ji tinebûnê hebûn afirand. Berê derfeteke me ya bi vî rengî tine bû. Yên ku di nava her şert û mercî de bi ser bikevin dîsa em in."