Ji bo şervanê QSD'ê Amed Agirî merasîma girseyî

Şervanê QSD'ê Ehmed Seyd (Amed Agirî) ku meha Gulanê bi êrîşekê şehîd bûyî li Amûdê bi tevlêbûna gelek kesî hate veşartin.

Şervanê QSD'ê Ehmed Seyd (Amed Agirî) 19'ê Gulanê bi encama êrîşekê şehîd bûbû.

Ji bo şervanê şehîd li Amûdê merasîmeke girseyî hate çêkirin. Li merasîmê li ser navê Malbatên Şehîdên a Amûdê Azîze Culî axivî. Culî got ew ê bi fedekariya şehîdan bi ser bikevin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan azadî xwest.

Endamê Meclîsa Leşkerî Osman El-Meo jî got, ''Şehîd rêberên me yên manewî ne. Şehîd Ehmed li dijî van hemû komên tarî bû. Dilsozê felsefeyaRêber Abdullah Ocalan bû.''

Piştî merasîmê Meclîsa Malbatên Şehîdan ewraqên ku agahiya nasnameya Şehîd Ehmed Seyd hebû xwend û da malbatê.

Şehîdê şervanê QSD'ê bi lîlandinan li Goristana Şehîd Smaîl hate veşartin.