Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in agahî jê nayê wergirtin, parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran serlêdanê dikin lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran karîbûn tenê 5 caran hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtina herî dawî parêzeran di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.