Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarok li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perwerdehiyê bêpar in
Di encama êrîşên dawîn ên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, perwerdehî li 48 dibistan sekinî û 8458 xwendekar ji perwerdehiyê bê par in.
Di encama êrîşên dawîn ên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, perwerdehî li 48 dibistan sekinî û 8458 xwendekar ji perwerdehiyê bê par in.
Di encama êrîşên dawîn ên bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybetî li aliyên li ser sînor ê Rojavayê Kurdistanê xeterî li ser zarok û dibistanan pir zêde bûye. Dewleta Tirk a dagirker herêmên li ser sînor ên Rojavayê Kurdistanê bê ser û ber didan ber bombeyan. Lewma li dibistanên li herêmên li ser sînor ên herêma Cizîrê, Ferat, Minbicê û Şehbayê, Desteya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar li ser sekinandina perwerdehiyê da.
Hevseroka Desteya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hec Elî di der heqê sekinandina perwerdehiyê de li herêmên li ser sînor, got ku ji bo ewlehiya xwendekaran wan perwerde li dibistanan daye sekinandin û ji ber dewleta Tirk bi hovîtî êrîş birin ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji mejbûrî perwerdehî li hin dibistanan sekinandiye.
Semîre Hec Elî diyar kir ku li 31 dibistanên li herêma Cizîrê perwerdehî daye sekinandin û ji ji lew ma 4039 xwendekar ji perwerdehiye bêpar in. Li Herêma Feratê jî perwerdehî li 5 dibistanan sekinandî ye, 1000 xwendekar ji perwerdehiyê mane bêpar. Li 6 dibistanên li Minbicê perwerdehî sekinandî ye; 2500 xwendekar ji perwerdehiyê bêpar in û li Şehbayê jî li 6 dibistanan perwerdehî hatiye sekinandin û 919 ji perwerdehiyê bêpar in. Bi giştî li 48 dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdehî hatiye sekinandin û bi tevahî 8458 xwendekar ji perwerdehiyê mane bêpar.
‘DI ÊRÎŞAN DE 2 XWENDEKAR HATIN KUŞTIN’
Sîmre Hec Elî bi dewamdarî wiha got: ‘’Li gundê Mestûra yê navçeya Eyn Îsayê ya herêma Feratê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên bi ser hêrêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de 2 zarokên dibistanên seretayî di mala xwe de hatin kuştin. Lewma me zû bi zû biryar da ku perwerdehî li dibistanan bisekine. Dewleta Tirk a dagirker bêyî pîvanên hiqûqî êrîşê her dera Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.’’
‘PERWERDEHÎ WÊ ONLINE DEST PÊ BIBE’
Semîre Hec Elî di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ew nahêlin dijmin bigihîje armanca xwe ya qedandina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: ‘’Ji bo xwendekarên ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji perwerdehiyê mane bêpar, me bernameya ‘Dibistana Malê’ li ser înternetê bi zimanê Kurdî û Erebî ji bo rewşên awarte du sal berê amade kir.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a hov ên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tu car nesekinîne, di rewşên wiha de xwendekar bi rêya bernameya Dibistana Malê ji refa yekê heta refa 12’an xwendekar perwerdehiyê dibînin.
Gotina min a dawîn ew e ku dibêjim berxwedan û têkoşîna me ya ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê wê her berdewam bin; em nahêlin dijmin di planên xwe bi armanca qedandina me de bi ser bikeve.’’
‘KES NIKARE ROJÊ LI ME BIKE TARÎ’
Gulistan Ebdo ku li dibistanên Şehbayê mamosteya Jineolojiyê ye, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser herêmê de, anî ziman ku her serkeftina wan di dilê dagirkeriyê de dibe kul û wiha li axavtina xwe dewam kir: ‘’Her kêliya me ya bi serkeftin dewleta Tirk dikeve hewila tarîkirina rojê li me û hovîtiya xwe zêde dike, ji ber rewşa giştî ya li Rojava di nava agir de ye bi hovîtî êrîş li sivîlan dibin, me mamosteyan ji bo ewlehiya xwendekaran perwerdehî sekinand. Lê sekina me ne avêtina gavan bi şûn de ye. Xwestina jiyana bi azadî ne hêsan e û em mamoste xwe di nava civaka xwe de bi dirûşmeya ‘berxwedan jiyan e’ mezin dikin, wê ji dagirkeriyê re bibe xewna teslîmkariyê.’’
‘HÊVIYA ME BI ME RE ZÊDE DIBE’
Endama Desteya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mamosta Zaxocan Hisên, di serê axavtina xwe de
Endama desteya perwerdê û hîndekariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê mamoste Zaxocan Hisên di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ji sala 2018’an ve ku pêşiyê Efrîn bi pişt re Girê Spî hatine dagirkirin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Dewleta Tirk di êrîşên xwe de gihîştiye lûtkeyê û gel ji bo xwe biparêze, jiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekiniye. Ji ber êrîşan perwerdehî li dibistanên li herêma Şehbayê jî sekinandî ye. Ev şêwazeke me ya ji bo parastina xwe ye. Dewleta Tirk a dagirker ferqê naxe navbera sivîl û nesivîlan. Akademiyeke perwerdehiyê li herêma Cizîrê ji xwe re kir armanc; 29 pakrewan gihîştin asta şehadetê. Me hêvî ew bû ku sala nû ya xwe perwerdehiyê wek par ji ber erdhejê û êrîşên Tirkiyeyê nesekine. Lê dewleta Tirk bi biserketina me li Şehbayê û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, aciz bû. Em mamoste heta bikarin em ê kar bikin û bi erka xwe ya exlaqî ya perwerdekirina civakê rabibin. Em bi hêvî ne û dema hêvî bi mirovan re zêde bibe wê tu bend li mirov nebin astengî û heta rewş ewle bibe em ê moralê gelê xwe xweş bikin û bi hev re bi ser bikevin.’’
’KES NIKARE ME JI ARMANCA ME BIKE’
Rihef Elî (9) ya xwendekara Efrînî, diyar kir ku ew li Dibistana Şehîd Çekdar a Fafînê ku navçeyeke Şehbayê ye, dixwîne û ev gotin kirin: ‘’Dijmin bi daxwaza qedandinê êrîşê me dike. Cih û warên sivîl dan ber topan. Niha divê em li dibistanê hînê dersên xwe bibûna. Lê çi heyf e ku nikarin. Dijmin binketina me dixwaze. Lê bila baş bizane ku me ji armanca me bike. Em dikarin di mala xwe de jî hîn bibin.’’