Jêderka hêz û vînê Arîn û Rêvan
Arîn û Rêvan, jêderka hêz û vîna jina azad in ku ji bo li dijî tarîtiyê azadiya qîr bikin, çalakiya fedaî kirin. Bûn hevrêyên dozê û evîndarên azadiyê.
Arîn û Rêvan, jêderka hêz û vîna jina azad in ku ji bo li dijî tarîtiyê azadiya qîr bikin, çalakiya fedaî kirin. Bûn hevrêyên dozê û evîndarên azadiyê.
Tevî ku ziman, vîn, hebûn û nasnameya wê di nav civaka paşverû de şerm dîtin û bi wê dan qebûlkirin, dîsa jî dikarîbû di pêkhatina Şoreşa Rojava de, serî hilde. Ew jina Kurd bû pêşenga şoreşê û avakera jiyana azad, polîtîk û demokratîk bû. Ew hişmendiya ku xwest qêrîna wê ya azadiyê qut bike, serî li her rêbazê da û dîsa jî bi ser neket, ji ber ku qêrîna azadiyê ji tarîtiyê û bêdengiya dibe ku dîrok neletê lê bîne bihêztir û bilindtir bû.
Piştî ku tevgera azadiya Kurdistan dest pê bû, qefle bi qefle ciwanên ji çar aliyên Kurdistan bi teşwîq û eşq berê xwe dida nava têkoşîna azadiyê û ji bo azadiya jinan, civakeke exlaqî û polîtîk bêyî dudilî canê xwe dida.
Kurdan li hemberî qirkirinê çavên xwe vekirin û rabûn ser pêyan. Mêtingerên ku Kurdistan dagir kiriye, êdî xwest nasnameya Kurdan jî ji wan bistînin û Kurdan weke gelekê biyanî bihêlin. Çawa ku Kurd li dijî dewletên mêtinger Kurdistan parast, gelê Sûriyeyê jî li hemberê rejîma Baasê da ser rêya berxwedanê. Şoreşa ku bi jin û ciwanan dest pê bû, li hemberê desthilatdariyê, bû çirûskek û desthilatdariya mêtinger hilweşand û şoreşa vejînê ava kir.
Piştî du sal di ser şoreşa Rojava re derbas bû, êdî dest bi êrîşan li ser wan destkeftiyan hatin kirin. Cebhet El Nûsra, Ceyş El Hur û DAÎŞ, feraset yeke lê nav cuda ne. Xeyalên wan ew bû ku dewleteke îslamî ya Îraq û Bîlad El Şam ava bikin lê nedizanî şagirtên Rêber Apo tenê soz daye axa xwe ya pîroz.
15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êdî dest bi êrîşên berfereh li ser tevahî herêmê kir, ji aliyê rojava, rojhilat û başûrê Kobanê dest bi êrîşan kir, ji aliyê bakur ve, dewleta Tirk a dagirker jî êrîş dikir. Ji xwe ji dewleta Tirk re bû firsendek ku bikare neteweya Kurd li Kobanê tune bike lê dîsa têk çûn.
Piştî ku êrîş gihîşt Kobanê gelek çalakiyên fedayî pêk hatin û ew çalakî bûn destpêka têkçûna DAÎŞ’ê û xeyalên wan. Yek ji wan çalakiyên ku di nava Kobanê de bi xwe re destan, efsane û di nava rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn qehremaniya wan hat nivîsandin, Rêvan û Arîn e.
Piştî ku Rêberê Apo seferberî ji bo Kobanê ragihand, keç û xortan, bi coş û eşq ji her çar aliyên Kurdistanê û Gerîlayên azad berê xwe da Kobanê. Di nava wî bajarê biçûk de qehremantiyeke ku li hemberî wê cîhan matmayî ma. Evîn şagirta Rêber Apo û evîndara azadiyê bû.
Êdî şerê gihîşt Girê Miştenûr, ji bo ku Kobanê li hemberî tarîtiyê serî netewîne, çalakiyên fedayî pêk hatin, yek ji wan Rêvan ku li hemberî DAÎŞ’ê serî hilda û bombe bi canê xwe de teqand. Ew jinên ku ji berê ve navê koletiyê li wan hatiye kirin, Rêvan û Arînan ew zîncîr qetandin û bûn efsûn. Êdî jinê xwe îsbat kir ku ew jî dikarin bibin her tişt, civakan jî bi rê ve bibin.
Dengekê din yê tilîliyekê xurt hat, dîsa jî teqîn, her tişt difire ber bi jor ve, pepûle giyanekî ber bi jor ve dibin, difire ew giyan, li ser Kobanê dibe ewr, dibe tav dibe berf û baran, çi qewimî û çi bû. Ew Arîn e li hemberî DAÎŞ’a hov serî hilda û bombe bi canê xwe de teqand. Miştenûr jî rûyê Arînê hembêz kir û weke dayîkeke kezebşewîtî dergûşa xwe da ber dilê xwe. Miştenûr jî keziya Arîn bi destê xwe hûnand, melaîket jî li vir matmayî man. Ew teqîn bû jiyan ji neteweyekê re, ew teqîna ku jiyaneke nû da Kobanê û bû rojbûneke nû.
5’ê Cotmehê rojbûn e û yekemîn têkçûna DAÎŞ’ê ye, ew teqîn bi xwe re mîrateya bi hezaran salan anî, efsane, destan, çîrok û bi hezaran helbest li ser hatin nivîsandin. Bi hezaran keç rabûn û navê Arînan hildan û Arîn ji bo jina Kurd bû mînaka têkoşîn, fedakarî, berxwedan û azadiyê.
Piştî Arîn jî hîna êrîş li ser destkeftiyên şoreşa Rojava û bi taybetî şoreşa jine zêde bûn. Şehîd Destîna, Avêsta, Barîn û bi hezaran jin ku ji bo azadiyê tê dikoşiyan canê xwe kir feda. Va ye dirûşmeya ’Jin Jiyan Azadî’ bûye dirûşmeya cîhanê, ev jî bi saya Arîn û Rêhevalên wê ye.
Îro jinên Kurd ji jinên tevahî cîhanê re jêderka hêz û îradeyê ne, ew rêya xilasiya ji tarîtî, koletî û guhertina hişmendiya bi hezar salan vedike. Va ye jina Kurd bûye sembola jina azad a cîhanê. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî bûye yek ji dirûşmeyên ku tevahî jinên cîhanê xwe di nav de dibînin.