Pêşangeha berhemên neqişandî ya "Neqişandinên Kirchner: Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz û Thomas Kilpper" (Kirchner Holzschnitte: Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz und Thomas Kilpper) li Kunsthalle ya Bremenê hate vekirin. Pêşangeh li 7 odeyan tê nîşandan. Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê Derhênerê Kunsthalle Bremen Prof. Dr. Christoph Grunenberg ve hate kirin. Prof. Dr. Christoph Grunenberg diyar kir ku di pêşangehê de ew li benda sê hunermendan bûn, lê belê Benjamin Badock ji ber nexweşiyê nekarî tevlî bibe.
Di pêşangehê de li gel berhemên Kirchner ku yek ji afirînerên Ekspresyonîzmê ye, her wiha berhemên Benjamin Badock, Gabriela Jolowicz û Thomas Klipper têne nîşandan.
Li salona pêşangehê ya li Bremen Kunsthalleyê em dest bi gerê dikin. Ya rast ez portreyên Thomas Kilpper meraq dikim ku li ser text neqişandiye. Dema ku derbasî salona ji berhemên portre yên hunermend Kilpper dibim, gelekî bi bandor dibim. Li gel portreyên Ernst Ludwig Kirchner, Tevgera Black Lives Matter, Anett Reckert, mîmarê Îsraîlî yê bi daxuyaniyên xwe yên dijberî Îsraîlê tê naskirin Eyal Weizman, fîlozof Dona Harroway, nivîskar Silvia Federici, hunermend Hito Steyerl, Andrea Wolf a ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bû û rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara 113 portre li ser text neqişandiye.
Ber bi dawiya pêşangehê min xwe gihand hunermend Thomas Kilpper û xwest li ser berhemên wî pê re biaxivim. Bi taybetî dixwazim portreyên rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara jê bipirsim ku bi kîjan motîvasyonê amade kiriye.
Thomas Kilpper bi rengekî aram bersivê dide pirsa min û dibêje, "Hikumeta min parçeyek ji NATO'yê ye û artêşa Tirk jî parçeyek ji NATO'yê ye. Lewma min welê hîs kir ku ez bi xwe jî di asta destpêkê de tevlî vê kuştinê bûme. Lewma min hîs kir ku divê piştevaniyê bi van rojnamevanan re bikim. Û ev yek cihê şermê ye. Em qala demokrasiyê dikin, lê belê mirovên ku ji bo agahdarkirina mirovan dixebitin, têne kuştin. Yanî ev demokrasî nîne. Berevajî vê yekê ye. Û ez vê yekê nikarim di nava nûçeyên me de peyda bikim. Ji ber vê yekê jî weke hurmendekî min pêwîstî pê dît ku bi hunera xwe balê bikişînim ser vê mijarê. Ya ku min kir, çêkirina portreyekê ye. Heta ku ji destê min hat, min hewl da hurmeta xwe pêşkêşî wan bikim û jinûve vejînim. Bêguman êdî sax nînin, lê belê ji bo rûmeta wan min xwest vê portreyê çêbikim."
Portreya şoreşgera Elman Andrea Wolf (Ronahî) jî hate nîşandan ku sala 1996'an ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî hovane hate qetilkirin. Di pêşangehê de portreya Andrea Wolf di destê hunermend nivîskar Hito Syteyerl de tê dîtin. Bêguman ev rewş tesadufî nîne. Thomas Kilpper balê dikişîne ser têkiliya navbera Andrea Wolf û Hito Steyerl û dibêje, "Hevaleke min hebû bi navê Andrea Wolf. Ew hevrêyek bû. Li Frankfûrtê pê re dixebitîm. Dema ku li Frankfûrtê bûm û min dixwend, min Andrea nas kir û gelekî jê bi bandor bûm. Diviyabû daketibûya binê erdê, ji ber ku zexta li Elmanyayê gelekî xurt bû. Polîsan ew weke endama Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) sûcdar kir, halbûkî ne bi wî rengî bû. Piştre çû Kurdistanê, min şopa wê winda kir. Û ew jî ji aliyê artêşa Tirk ve bi rengekî hovane hate kuştin; yanî piştî ku hate girtin, hate kuştin. Û ji aliyê Hito Steyerl ve hate nîşandan ku yek ji hevalên wê bû. Andrea dema ku li Munchenê ciwanek bû, hevala wê bû. Û Hito Steyerl niha li Elmanyayê hunermendeke naskirî ye ku gelekî hurmetê nîşanî wê didim."