HRE'yê têkildarî kesekî ku bi MÎT'ê re dixebite hişyarî da

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) kesekî ku bi MÎT'ê re dixebite eşkere kir û bang li gel kir ku hişyar be.

HRE'yê ragihand ku kesê bi navê Hekîm ê ku 17'ê Adarê dîl kete destê hêzên Tirk ên dagirker, bi MÎT'ê re tevdigere.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

"Me di daxuyaniya xwe ya di dîroka 19`ê Adara 2021`an de dabû diyarkirin ku roja 17`ê Adarê, dema ku yekîneyek me li ser erka xwe disekinî, di navbera yekîneya me û dijminê dagirker de pevçûn qewimîye. Di vê pevçûnê de rêhevala me Rûken Zerdeşt şehîd bûbû û 2 kes jî dîl ketibûn destê dijmin. Kesê bi navê Hekîm piştî ku di vê bûyerê de dîl ket destê dijmin, bûye kontra û bi dijmin re hevkariyê dike. Ev kes di demên dawî de bi taybetî di fealiyatên ku ji aliyê MÎT`ê ve tên birêvebirin de cih digire, pêwîst e gelê me li hember vê rewşê bi hişyarî tevbigere."