HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Şoreş Efrîn di 18'ê Sibata 2024'an de dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Şoreş Efrînî (Îsmaîl) 18’ê Sibatê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bû.

Daxuyaniya HRE’yê ya der barê şehadeta Şoreş Efrîn de wiha ye:

" Hevrêyê me Şoreş Efrîn 18’ê Sibata 2024’an dema li ser erka xwe bû, krîza dil derbas kir û tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêyê me Şoreş li Efrînê, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinê. Gelê me yê Efrînê xwedî çanda kevnar e û jiyana xwe li ser vê çandê didomînin. Di kêleka çanda gelêrî, bi derketina Tevgera Kurd a Azadiyê re ji bo parastina ax û welatê me li dijî dagirkeriyê çanda berxwedanê pêş xistine. Ev çanda berxwedanê ji nifşên piştî xwe re wek mîrateyekê hatiye hiştin. Hevrêyê me Şoreş jî li ser vê çanda berxwedanê mezin bûye. Hevrêyê me ji geşedanên li cihê ku mezin bûye û tevahî welatê me diqewime xwe li derve negirt. Êrişên dijmin ên ji her alî ve li ser gelê me ji nêz ve dît. Di vê pêvajoya demdirêj a şoreşê de tehlûkeya mezin ne tenê DAIŞ bû, di esas de dewleta Tirk a dagirker bi xwe bû. Armanc qirkirina gelê me û berevajîkirina destketiyên şoreşê bûn. Hevrê Şoreş rastiya dijmin û armancên esasî yên neyarên gelê xwe fêm kir. Li ser van bingehan biryara tevlîbûna nav refên şoreşê da. Hevrê Şoreş ji bo bibe şervanekî jîr û zana perwerdeya bingehîn a bîrdozî û leşkerî dît. Sala 2018’an li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser axa Efrînê ku 58 rojan ajot û her kêliya wê berxwedan bû û destanên lehengiyê lê qewimîn, li gor erk û berpirsyariya xwe roleke girîng lîst. Hevrê Şoreş di meşa xwe ya azadiyê de ti carî gav paşve neavêt. Ji roja yekemîn a tevlîbûna nav refên şoreşê ve bi soza dabû gelê xwe û şehîdan heta kêliya dawî girêdayî ma. Hevrê Şoreş li pey xwe mîrateyek mezin a tekoşînê û hevrêtiyeke mînak hişt.

Em weke hevalên hevrê Şoreş soz didin ku di şexsê wî de em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe û mîrateya têkoşînê ku ji bo me hiştiye bi serkeftinê tacîdar bikin. Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrêyê me Şoreş re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Şoreş Efrîn

Nav û Paşnav: Îsmaîl Ekrîme

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ebdilrehman

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê /18’ê Sibata 2024"