Hêzên Rizgariya Efrinê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên duh ên li Efrînê de agahiyên berfireh belav kirin.
Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:
"Roja 19’ê Gulanê li derdora gundê Basûfanê yê Efrînê, hêzên me li hember baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke berfireh a serdagirtinê li dar xist. Çalakî bi şev saet di 01:00’an de dest pê kir. Di şerê destpêkê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî bi awayekî birîndar ji baregehê reviyan. Di nav 15 deqeyan de kontrola baregehê ket destê hêzên me. Di berdewama şer de 4 çeteyên din hatin kuştin û çeteyek hat birîndarkirin.
Her wiha doçkayek hat rûxandin. Di saetên sibehê de dema artêşa dagirker li derdora gund dest bi operasyonekê kir, li vir jî di encama çalakiyeke sabotajê de seyareyek hat rûxandin, her wiha 3 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin. Ber bi nîvro saet di 10:00’an de dema hêzên dagirker hewl dida cenazeyên xwe rakin, çalakiyeke din a sabotajê hat lidarxistin. Li vir jî 2 çete hatin kuştin, motorek hat rûxandin. Piştî wan çalakiyan hêzên dagirker bi desteka balafirên keşfê derdora baregehê û gundên herêma Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 11 çete û 3 leşker hatin kuştin, herî kêm 3 çete jî birîndar bûn. Seyareyek, motorek, doçkayek tevî pîkaba wê, termalek, dûrbînek û bêtêlek hatin rûxandin.
BKC’yek, 3 AK-47, dûrbîneke şevê, bêtêlek û 3 telefon jî hatin desteserkirin.
Ew rêzeçalakî bi armanca tolhildana êrişên ku dewleta Tirk a dagirker di meha dawî de li hember gelê me meşandin, hatin lidarxistin."