HRE: 2 sîxurên MÎT'ê, leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 endamên MÎT'ê, leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li ser 2 çalakiyên hêzên wan ên 10'ê Gulanê li Efrînê li dijî dagirkeran kirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Roja 10'ê Gulanê li herêma Şêrawayê li hember dagirkeran 2 çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya destpêkê li nêzî gundê Cilbirê li hember kaîdeyeke artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Çalakiya duyem, piştî nîvro saet di 16:00’an de li nêzî gundê Beradê hat kirin. Dema leşker, çete û endamên MÎT’ê kom bûbûn, hêzên me li hember wan çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek û 2 endamên MÎTê hatin kuştin, 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûn."