HPG: Artêşa Tirk a dagirker 748 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hate ragihandin ku ji hewa û bejahî ve 748 caran êrîş hatiye kirin.
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hate ragihandin ku ji hewa û bejahî ve 748 caran êrîş hatiye kirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Êrîşên bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
26'ê Nîsanê saet di 23:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
27'ê Nîsanê saet di 21:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;
26, 27 û 28'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê 8 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun û Mijê 43 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna 490 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 205 caran; bi giştî 746 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
26'ê Nîsanê saet di 17:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Biharê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku dixwestin êrîşî tunel û çeperên me bikin.
27'ê Nîsanê saet di 16:36'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, wesayiteke zirxî ya dagirkeran a ku di pozîsyona êrîşê de bû ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hate îmhakirin."