Hêzên leşkerî li Hesekê ji bo pirsgirêka avê seferber bûn

Hêzên QSD, YPG/YPJ`ê li Hesekê ji ber ava vexwarinê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qutkirin, 40 tanker ava vexwarinê belav kirin.

Ji bo piştgiriya xelkê bajarê Hesekê ku ji ber pirsgirêka avê çêbûye, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 40 tankên avê xistin xizmeta xelkê bajêr. Wê 2 hezar metrekab av bê veguhastin.

‘ERKA ME YA BINGEHÎN XIZMETA GEL E’

Koordînatorê leşkerî yê belavkirina avê Egîd Dirbêsiyê têkildarî mijarê wiha got: “Hêzên me yên leşkerî barê piştgiriya şêniyên Hesekê ji bo derbaskirina pirsgirêka avê ya li bajêr da ser milên xwe. Em ji bo her xebatekî ku xizmeta şêniyên bajêr bike amade ne. Em zarokên vê herêmê ne û xizmeta gelê herêmê erka me ye.”

Egîd Dirbêsiyê anî ziman ku xebatên belavkirina avê wê bi hevkariya bi komîn û meclisên taxan re bên meşandin û wiha dewam kir: “Hêzên me her tim rêbazên alîkarîdayîna xelkê herêmê û sivikkirina barên wan nîqaş dikin.”

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pirsgirêka avê heye. Ji bo piştgirîdayîna xelkê bajêr heta niha ji Qamişlo û Dêrazorê gelek însiyatîf hatine destpêkirin.