Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 4 çete hatin girtin, jineke Êzidî hate rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir di roja 9’emîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin, 33 kon hatine rakirin û jineke Êzidî hatiye rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya xebatên lêgerîn û lêkolînê de hêzên me di roja 9’emîn de 4 çeteyên DAIŞ’ê girtin û 33  konên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, rakirin.

Her wiha hêzên me jineke Êzidî jî dît ku çeteyên DAIŞ’ê gef li wê xwaribûn ku divê ew jî di nav malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampê de bimîne.

Pêngav di roja 10’emîn de didome.