Heyeta jinan a Elman li Şehba û Şêrewa geriya

Heyeta jinan a navneteweyî, ji bo rewşa gelê Efrînê lêkolîn bike li Şehba û Şêrewa geriya. Heyetê li ser lêkolîn û daxwazên xwe daxuyaniyek da.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên El Nûsra, DAÎŞ û OSO ji bo dagirkirinê êrîş birin ser Efrînê, bi sed hezaran Efrînî ji neçarî koçî Şehba û Şêrewa kirin. Efrîniyên li ku van herêman bi cih bûne di nava şert û mercên giran de dijîn.

Çar doktorên li Elmanyayê di saziyên cuda de cih digirin, li Şehba û Şêrewayê lêkolîn kirin. Dr. Swantje Illig, endama saziya mirovên nabîne û komeleya Xİristiyan Daniela Nischik, Silvia Hauffe û Berdevka Komîtya Tenduristî û Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê ya ser bi meclîsa Partiya Çep a Elman Sylvia Gabelman, ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên ji Efrînê koç kirin, hatin Şehba û Şêrewa.

'BILA ALÎKARIYA ÇEKAN BES BÊ DAYIN'

Heyet piştî çavdêriya ji sê rojan, tevî Kongreya Star li kampa Berxwedan a Şehbayê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Dr. Swantje Illig daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pirsgirêk û trajediyên ku bi ser penaberên ji Efrînê ve hatine û bang li Elmanya û hemû dewletên NATO'yê yên alîkariya çekan bi Tirkiyeyê re dikin kir ku tavilê bes alîkariyê bidin Tirkiyeyê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em jinên femînîst in. Hemû jî li qada tenduristiyê dixebitin. Me serdana herêma Şehbayê kir. Em li 3 kampên penaberan ên li Şehbayê geriyan. Em bi gelek kedkarên tenduristiyê re axivîn. Bi taybetî bi Heyva Sor a Kurd re axivîn. Em bi berpirsyarê wan ê lojîstîkê re axivîn.

Ji bo lêkolînkirina rewşa penaberên Efrînê em hatin û me gelek çîrokên trajîk bihîstin. Me bihîst ku bûyerên şîdetê û windabûnê rû dane. Em dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin ku mafên mirovan û hiqûqê bin pê dikin. Bi taybetî îro roja rizgariya cîhanê ji faşîzma Elman e. Em dewletên NATO'yê û Elmanyayê ji ber alîkariya ku didin dewleta Tirk şermezar dikin. Em piştgiriyê didin daxwaza gelê Efrînê ku dixwaze bi rengekî ewle vegere Efrînê."

'DIVÊ JI BO TENDURISTIYÊ ALÎKARÎ BÊ'

Endamên heyetê destnîşan kirin ku weke pisporên tenduristiyê dixwazin alîkariya tenduristiyê bi lezgînî were û gotin, ev yek bi taybetî ji bo jin û zarokên li Şehbayê gelekî girîng e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dixwazin penaberên Efrînê li nava raya giştî ya navneteweyî weke penaber bên dîtin û destek ji wan re bê dayin.

Em dixwazin saziyên weke UNHCR destekê bidin van penaberan. Pêwîste alîkariya çekan a ji dewleta Tirk re tê dayin derhal bisekine."

BANGA LI JINAN

Di dawiya daxuyaniyê de ji heyetên çavdêriyê yên navneteweyî û çapemeniyê ya hate xwestin ku biçin Efrînê û bang li hemû jinan hate kirin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.