Hemû sivîlên li rojhilatê Derayê reviyan

Di operasyona rejîma Sûriyê de, ya rojavayê başûr ê welêt, ji 120 hezarî zêdetir sivîl malên xwe berdan.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê got bi hezaran sivîl li ser sînorê Urdunê gihane cem hev, bi hezaran jê jî nêzî platoya Golanê bûne.

Midûrê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Abdulrahman ji AFP’ê re axivî, dgot hêzên hikûmetê û hevalbendên wê bi pêş ve diçin, hema hema hemû sivîlên li hêla rojhilat a Derayê reviyane. Hate gotin beşek ji sivîlan çûne qada bi kontrola hikûmetê.

Hêzên rejîmê yên bi piştgiriya Moskowê ji 19’ê Hezîranê ve herêma Derayê bombe dikin. Dera yek ji wan deveran e ku çalakiyên protestoyî yên dijî rejîma Esad lê dest pê kiribû. 70 ji 100’î yê vê herêmê bi kontrola komên çekdar e. DYA’yê desteka xwe ji van koman kişand. Rejîma Enqerê operasyonên li Dera û Kuneyrayê yên hêzên Esad şermezar kir lê derbarê Rûsya xwe kerr û lal kir. Komên çekdar ên li vê herêmê bi taybetî ji Enqerê destekê dibînin.