Helîkopterên Tirkiyeyê li ser Racoyê digerin
Artêşa Tirk a dagirker ya ku şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad derbên giran li wan da, gundên Şerawa û Racoyê bomberdûman dike. Hat ragihandin ku helîkopter li ser navçeya Racoyê digerin.
Artêşa Tirk a dagirker ya ku şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad derbên giran li wan da, gundên Şerawa û Racoyê bomberdûman dike. Hat ragihandin ku helîkopter li ser navçeya Racoyê digerin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî kantonên Efrîn û Şehbayê didomîne û obusan diavêje gundên Aqîbe yê Şerawa û gundên Îska, Bilîka, Qere Baba û Sorkê yê Racoyê.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku du top li gundê Aqîbe yê Şerawayê ketiye û helîkopterên artêşa Tirk li ser Racoyê digerin.
Şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad li herêma Şehbayê bersiveke tund dabûn êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê.
Li gundê Tîwesê yê li rojhilatê Merayê şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad qereqoleke Tirkan kiribûn hedef û li vê derê 2 çete kuştibûn, 12 çete jî birîndar kiribûn. Şervanan êrîşên li dijî gundên Hezwan û Zîwanê jî şikandibûn û li vê derê 4 çete kuştibûn û 5 çete jî birîndar kiribûn.
Şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekradê li bakurê rojhilatê gundê Bab Şexaqil li dijî baregeha Tirkan çalakiyek li dar xistibûn û derbên giran li çeteyan dabûn. Di vî şerî de hejmara mirî û birîndarên çeteyan nehatibû zelalkirin û 5 ambûlans ji bajarê Raîyê derbasî Kîlîsê bûbûn.