BI DÎMEN

Gulistan Sonuk: Heya biryara qeyûm tê betalkirin, em ê li ber xwe bidin

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk got: "Heya biryara qeyûm a ku îradeya gelê me tune dihesîbîne, were betalkirin, em ê têbikoşin."

BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Bi fermana Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdarê de şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetiyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin desteserkirin.

Gelê Êlihê bi peşengtiya jin û ciwanan de derket kolanan û xwedî li îradeya xwe derdikeve. 

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk destnîşan kir ku li gel dorpêçkirina şaredariya li aliyê polîsan ve hîn bûne ku şaredarî hatiye desteserkirin  û ji wan re tu agahî nehatiye dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku me xwest em bikevin bînaya şaredariyê destûr nehate dayîn. Têkoşîn û xwedîderketineke gel ya bêhempa heye.  Hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Em li vir in.  Heya ku ev biryara tayînkirina qeyûm neyê betalkirin, em ê bi tu awayî pêşiya bînaya şaredariyê neterikînin.  Heya ev biryar neyê betalkirin, em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin.’’

WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME

Gulîstan Sonuk diyar kir ku ew ê li hemberî kesên ku îradeya gelê Kurd tune dihesibînin, dev ji têkoşînê bernedin û got: ‘’ Ev şaredarî ya gel.  Çawa ku me di pêvajoya hilbijartinan de bi ruhê seferberiyê şev û roj kar kir û şaredariya xwe ji xespê rizgar kir, dîsa bi heman awayî em ê têbikoşin.  Bi taybetî ez dixwazim vê bangê li jinên cîhanê bikim; Werin em xwedî li îradeya xwe ya dixwazin bin pê bikin û tune tê hesibandin, derkevin. Em hemû jinan vedixwînin têkoşînê.’’

BANGA JI BO BERXWEDANÊ

Gulistan Sonuk bang li hêzên çep û sosyalîst kir ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin û got, "Em bang li wan hêz û derdoran dikin ku xwe demokrat û parêzvanên mafên mirovan dibînin; ev şaredarî ya me hemûyan e, ya gelan e. Tayînkirina qeyûman hewldana ji bo tineikrina hêviya aştî, yekîtî û demokraisya gelan e. Em bi hev re, bi berxwedanê dikarin hêviya azadî û aştiyê biparêzin. Em bang li her kesên demokrat, çep û sosyalîst dikin ku bên bajarên qeyûm lê hatine danîn û li qadê em bi hev re têbikoşin."